Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserê Rojavayê Kurdistanê, ji bo şermezarkirina qedexekirin an jî sînordarkirina zimanê Kurdî bangên xwenîşandan û çalakiyan hatin kirin.
Malbatên şehîdan, saziyên çandî û komên cuda yên civakê bangî xwendekar, malbat û hemû xelkê dikin ku îro dakevin kolanan.
Xelk li dijî hewldanên qedexekirin an jî sînordarkirina zimanê Kurdî ya di perwerdeyê de nerazîbûna xwe nîşan dide.
"Zimanê dayîkê xeta me ya sor e"
Daxwaza sereke ya xwenîşanderan, parastina mafê xwendina bi zimanê dayîkê û redkirina wan biryaran e ku zimanê Kurdî li dibistanan sînordar dikin.
Beşdarên xwenîşandanan tekez dikin ku zimanê dayîkê xeta wan a sor e.
Ew diyar dikin ku ew dê bi her awayî li dijî wan biryaran bisekinin ku dixwazin zimanê Kurdî ji qada perwerdeyê dûr bixin.
Li kîjan bajaran tên lidarxistin?
Tê çaverêkirin ku ev çalakî bibin bersiveke girseyî li hemberî wan qedexeyên ku vê dawiyê li ser zimanê Kurdî hatine sepandin.
Çalakî û xwenîşandan li bajarên wekî Qamişlo, Hisîça, Kobanî, Amûdê, Dêrik, Dirbêsî, Tirbespî û Girkê Legê tên lidarxistin.


