Hewlêr (Rûdaw) - Hediye Ebdullahê ji Rûdawê re ragihand ku ji ber lehiyê zerereke mezin gihîştiye Kampa Serê Kaniyê ya li parêzgeha Hisîçayê û bandor li nêzîkî 200 malbatan bûye lê kes nemiriye.
Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Ebdullah bû mêvana Tora Medyayî ya Rûdawê û da zanîn ku ji ber barana zêde ava lehiyê ketiye nav gelek konên koçberan û got:
"Herî zêde zererên madî çêbûne, şikir ji Xwedê re ku kes nemiriye."
Hevseroka Heyva Sor a Kurd li ser rewşa xelkê û gavên alîkariyê diyar kir ku lehiyê bandor li derdora 200 malbatan kiriye û da zanîn:
"Tîmên me bi lez destwerdan kir û me ji bo wan koçberên ku konên wan di bin avê de mabûn konên demkî dabîn kirin."
Hişyariya karesata mirovî
Ebdullahê hişyariya karesateke mirovî da û eşkere kir ku niha pêşkêşkirina alîkariyan a ji bo kampan hatiye rawestandin û ji ber kêmbûna pêdiviyan xelk di rewşeke gelekî giran de ye.
Hediye Ebdullahê tekez kir ku çareseriya mayînde ne tenê dayîna konan e, bidawîanîna koçberiyê ye û got:
"Koçberên Serê Kaniyê dixwazin vegerin ax û warê xwe.
Ji bo ku ev êş û azar bi dawî bibin, divê derfeta vegerê ji bo koçberan bê dabînkirin."

.jpg&w=3840&q=75)
