Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilabanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê piştî ku otobusa rêwiyan û tir li hev qelibîn, otobusa rêwiyan li malekê xist û kesek mir 14 rêwiyên tê da birîndar bûn.
Otobusa bi plakaya 06 BV 7711 ku ajokarê wê Sabrî Y. bû, ji Şirnexê ber bi Geverê ve diçû û tira bi plakaya 42 FPA 46 ku kewarên mozan tê de bûn û ajokarê wê Selman G. bû, li nêzîkî bajarokê Şêxanê ya navçeya Qilabanê li hev qelibîn.
Otobusa ku ji ber bandora lihevqelibînê ji kontrolê derket û hinekî şiqitî û li xaniyekî li kêleka rê qelibî û sekinî.
Di qezayê da 15 rêwî birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên li Şirnex û Qilabanê.
Sabri Yumakê ajokarê otobusê ku rewşa wî giran bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin.
Di qezayê da mozên di hinek kewaran de telifîn.
Rêwiyekî otobûsê Cevdet Yavuz diyar kir ku ew li Cizîrê li otobûsê siwar bû ku biçe Geverê.
Yavuz da zanîn ku dema ew razabû, qeza qewimî û wiha lê zêde kir:
"Ji ber ku ez razabûm, min kêliya qezayê nedît. Ez ji ber bandora lihevqelibînê şiyar bûm."



