Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Dêrgulê yê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ku 15 hezar şêniyên wê hene, ev hefteyek e kareba bi temamî hatiye birîn.
Ev qutbûna demdirêj jiyana rojane aloz kiriye û rasterast her dikan, mal û bi taybetî tenduristiya nexweşan dixe bin metirsiyeke mezin. Welatî bang dikin ku pirsgirêk demildest were çareserkirin.
Şirketa belavkirina karebayê DEDAŞ wekî hincet nîşan dide ku welatî rê nadin saetên karebayê bên bicihkirin. Ji ber vê nakokiyê jî, her ku diçe zerar û ziyana şêniyan zêdetir dibe.
Xwarin xira bûn, dikan girtî mane
Ji ber qutbûna karebayê karê esnafan bi temamî sekiniye. Di malan de hemû xwarin û amadehiyên zivistanê yên di sarincokan de, ji ber nebûna karebayê xira bûne.
Şêniyên Dêrgulê bi şev malên xwe bi çirayên şarjê ronî dikin. Ji ber ku amûrên germkirina avê naxebitin, xelk neçar maye ku li ser agirê daran û di sîtilan de avê germ bike.
Ji bo nîşandana bertekan a li dijî vê rewşê, dê û bavan doh zarokên xwe neşandin dibistanê. Li aliyê din, ji ber ku çirayên kolanan naşewitin, rîska qezayan a li ser rêya serekî ya navbera Şirnex û Cizîrê ya ku di nav bajarokê re derbas dibe, gelekî zêde bûye.
Kesên ku rewşa wan a aboriyê têr dike bi jeneratoran hinek pêdiviyên xwe bi cih tînin lê yên bêderfet neçar in ji bo şarjkirina telefon û çirayên xwe biçin mal û dikanên kesên din.
‘Piştî salên dirêj me dîsa di sîtilan de av keland’
Ayşe Ayanê ya ku li hewşa malê di sîtilan de av ji bo serşûştina zarokên xwe dikeland, ji bo vê rewşê nerazîbûna xwe anî ziman û wiha got:
"Ev 7 roj in kareba nîne, me nekarî serê zarokên xwe bişon. Em ditirsin ku wan bi ava sar bişon û nexweş bikevin. Ji ber vê yekê doh me ew neşandin dibistanê. Îro em neçar man agir pêxin û avê bikelînin.
Cara dawî berî salên dirêj, dema ku hîn kareba tunebû me bi vî rengî av dikeland. Em bi rojan e di tariyê de ne. Amadehiyên me yên zivistanê hemû di sarincê de xirab bûn, me hemû avêtin çopê. Ev zilmeke mezin e."
Ayanê derbarê daxwaza DEDAŞê jî got:
"Em naxwazin saetên me bibin serê stûnan. Bila bînin derve, li ser deriyê hewşê an malê bixin em qebûl dikin lê serê stûnan qebûl nakin.
Kurê min ê 9 salî nexweşê astimê ye, amûra wî ya nefesê heye û hefteyek e naxebite. Eger tiştek bibe em dê çi bikin? Li vir gelek nexweş hene ku girêdayî amûrên wisa ne."
‘Eger tiştek bi hevjînê min bibe, em dê dozê li DEDAŞê vekin’
Abdurrahman Kiliçê 70 salî ku salek e di nav nivînan de ye û 3 caran xwîn çûye mêjiyê wî, yek ji qurbaniyên vê qutbûnê ye.
Kiliç ji bo ku birîn li laşê wî çênebin divê li ser nivîna hewayî were dirêjkirin lê ji ber tunebûna karebayê amûra doşekê naxebite.
Ji ber vê yekê li ser qorik û milên wî birîn çêbûne û herikîna xwîna wî lawaz dibe.
Hevjîna wî Celîle Kiliçê bi hêrs û xemgînî behsa rewşê kir û got:
"Li gelek cihên laşê hevjînê min birîn çêbûne. Me jeneratorekê kirî lê ew jî xirab bû û niha di tamîrê de ye.
Ev salek e hevjînê min nikare biaxive. Kesî nepirsî ka em di çi rewşê de ne. Eger tiştek bi hevjînê min bibe, berpirs DEDAŞ e û em dê dozê li wan vekin.
Dixwazin saetan bibin ser stûnan û bi fatûreyên giran me ceza bikin. Ji ber ku em vê qebûl nakin, ev 7 roj in tên cezakirin."
.jpg&w=3840&q=75)


