Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî hevjîna xwe bi kêrê kuşt û pişt re bi heman kêrê dawî li jiyana xwe anî.
Hasan Akbulutê 63 salî yê ku biryara dûrxistinê li ser wî hebû, li navenda Meletiyê êrişî hevjîna xwe Perîhan Akbuluta 61 salî kir.
Bûyer li taxa Yavuzselîmê ya navçeya Yeşîlyurtê li ser cadeyekê qewimî.
Hasan Akbulut li ser cadeyekê bi kêrê êrişî hevjîna xwe kir û bi 8 derbên kêrê ew bi giranî birîndar kir.
Gumanbar piştî êrişê bi wesayîtekê ji cihê bûyerê reviya.
Li ser agahdarkirina xelkê herêmê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û Perîhan Akbulut veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.
Perîhan Akbuluta dayîka 5 zarokan tevî hemû hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê mir.
Polîsên Meletiyê ji bo girtina Hasan Akbulut dest bi operasyoneke berfireh kir.
Piştî nêzîkî saet û nîvekê ji şopandina polîsan, Akbulut li ser rêyeke li başûrê bajêr hat dorpêçkirin.
Gumanbar dema dît ku polîs nêzîk dibin, bi heman kêra ku hevjîna xwe pê kuştibû qirika xwe jê kir.
Hasan Akbulutê ku bi giranî birîndar bû birin Nexweşxaneya Dewletê ya Battalgaziyê lê ew jî li nexweşxaneyê mir.
Tîmên lêkolînê di wesayîta gumanbar de lêgerînek kir û delîlan kom kirin.
Lêpirsîna polîsan a li ser bûyerê berdewam dike.



