Hewlêr (Rûdaw) - Li zeviyên Kobaniyê, cotkar tevî zêdebûna berbiçav a mesrefên çandiniyê, hîn jî traktorên kevn ên salên 1970yî bi kar tînin.
Mesrefa cotkirina her hektarê îsal ji 20 dolarî derketiye nêzîkî 75 dolaran.
Li Kobaniya Rojavayê Kurdistanê, demsala çandiniyê bi dengê traktorên kevn ên ku temenê wan nêzîkî nîv sedsalî ye dest pê dike.
Her çend teknolojî bi pêş ketibe jî piraniya cotkaran ji ber pirsgirêkên aborî nikarin traktorên nû bikirin.
Lêçûna cotkirinê zêde bûye
Lêçûna cotkirinê li herêmê sal bi sal girantir dibe.
Sala borî cotkirina hektareke zevî bi nêzîkî 20 dolaran dihat kirin lê îsal ev xercî gihîştiye nêzîkî 75 dolaran.
Cotkarê bi navê Mihemed Elî qala cudahiya traktorên nû û kevn dike û dibêje:
"Traktorên nû bipêşketîtir in, hesinê wan bihêztir e û sika wan mezintir e.
Loma lêçûna wan kêm e û parçeyên wan jî hene ku ev yek ji bo cotkaran bi sûd e.
Lê yên kevn gelek mazotê dixwin û eger xera bibin parçeyên wan biha ne."
Makîneyên kevn karê cotkaran dereng dixînin
Ji bilî zêdebûna lêçûnan, xisarbûn û xerabûna berdewam a van makîneyan jî barê cotkaran girantir dike.
Mekanîkê traktoran Îbrahîm Hec Elî da zanîn ku makîneyên kevn pir caran xera dibin û dibin sedema derengketina karê cotkaran.
Îbrahîm Hec Elî li ser pirsgirêkên van traktoran got:
"Her 5-6 salan carekê pergala wan têk diçe. Paşiya wan û cihê kelfetorê xera dibe.
Carinan her 2-3 salan carekê û carinan jî salê carekê tên tamîrkirin."
Ferqa bihayê traktoran
Bihayê traktorên kevn ên salên 1970yî li gorî rewş û modela wan di navbera 7 hezar û 10 hezar dolarî de ye.
Lê belê bihayê traktorên nû yên sala 2026an digihîje 20 hezar heta 30 hezar dolarî.
Firoşkarê traktoran Îmam Bekî jî diyar kir ku di traktorên nû de guherînên girîng hatine çêkirin û anî zimên:
"Ev traktor mazotê kêm dixwin û leza wan zêdetir e. Di van cureyên nû de fîtês wekî yên otomobîlan e û gelek taybetmendiyên bipêşketî tê de hene.
Ez bi xwe jî cotkar im, cudahî gelek e û hemû traktorên bipêşketî gelekî baştir in."
Li ser zeviyên Kobaniyê, cotkar dixwazin zeviyên xwe amade bikin lê di navbera lêçûnên zêde û bihayê bilind ê traktorên nû de bêçare mane.
.jpg&w=3840&q=75)

