Serê Kaniyê (Rûdaw) - Îro zêdetirî 642 malbatên Serê Kaniyê ku hejmara wan digihîje 4 hezar û 84 kesan, ji Kampên Newroz û Waşokaniyê vegeriyan ser cih û warên xwe.
Şêniyên Serê Kaniyê piştî 7 salan ji koçberiyê vedigerin warê xwe lê rastî gelek astengî û zehmetiyan tên.
Gelek ji wan dema digihîjin malên xwe, dibînin ku xaniyên wan hatine talankirin an jî ji aliyê kesên din ve hatine dagirkirin.
"Çekdar ji bo valakirina malê 6 hezar dolaran dixwaze"
Yek ji wan koçberan jina bi navê Fatme Ehmed e.
Ew piştî salan çû mala xwe ya li gundewarê Serê Kaniyê lê dît ku çekdarekî xelkê Dêrazorê di xaniyê wê de bi cih bûye.
Fatme Ehmedê eşkere kir ku ew çekdar ji bo valakirina malê 6 hezar dolaran dixwaze û wiha got:
"Ew di mala me de ne û dibêjin em dernakevin. Niha Hêzên Ewlehiya Giştî bi me re ne, belkî derkevin.
Eger dernekevin jî ez dê li ber deriyê xwe konekî deynim û çavê me dê Xwedê be. Kesê ku di xaniyê min de ye ji Dêrazorê ye."
"Em dê kesên di malên xelkê de derxin"
Pirsgirêka Fatme Ehmedê gihîşt tîma serokatiya Sûriyeyê ya ku serpereştiya vê pêvajoyê dike.
Endamê tîma serokatiya Sûriyeyê yê ji bo bicîkirina peymana 29ê Kanûna Paşîn Dr. Mistefa Ebdî li ser vê rewşê got:
"Ji bo kesên ku di malên xelkê de ne, me berpirsên ewlehiyê erkdar kirine da ku wan ji malan derxînin.
Nobedarek li ber deriyê her malê dimîne heta ku xwediyê malê bi xwe vegere."
"Artêşa Azad em derxistin û malên me talan kirin"
Şerê li herêmê rûdayî kevir li ser kevir nehiştiye û xisareke mezin gihandiye xelkê herêmê.
Malbata Wedhî yek ji wan malbatan e ku 28ê Çiriya Pêşîna 2019an ji ber operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya li dijî HSDyê ji Serê Kaniyê reviyabû.
Ew niha piştî 7 salan vegeriyane lê rastî xaniyê xwe yê rûxandî û talankiri hatine.
Mehmûd Wedhî destnîşan kir ku ew 28ê Çiriya Pêşîna 2019an ji ber şer reviyane.
Zehra Wedhiyê jî bal kişand ser zordariya wê demê û anî zimên:
"Artêşa Azad hat, li me xist û em derxistin. Me mal û pezê xwe hişt.
Piştî ku em derketin, hatin vir, dizî kirin û mal talan kirin. Yên ku ev kirin Artêşa Azad bûn."
Li gorî peymana 29ê Kanûna Paşîn a navbera aliyan de, pêvajoya vegera xelkê didome lê wêraniya piştî şer û sermaya zivistanê êşa koçberên vegeriyayî girantir dike.


