Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî got, " Em nabin beşek ji nakokî û pirsgirêkên herêmê."
Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi Berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê Steve Fagin û şandeya pê re civiya.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Konsula Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê Wendy Green jî di civînê de amade bû.
Steve Fagin ji ber piştgiriya wî ya ji bo pêvajoya siyasî ya Îraqê spasiya Serok Barzanî kir.
Serok Barzanî jî diyar kir ku ew di çarçoveya destûrê û parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê de piştgiriyê didin Serokwezîrê niha yê Îraqê.
Serok Barzanî amaje pê kir ku wan pêwendiyên xwe yên bi Bexdayê re li ser bingeha destûr û prensîbên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê sererast kirine.
Serok Barzanî destnîşan kir ku eger hikûmetên berê yên Îraqê pêbendî van prensîban bûna dê ji bo hemû aliyan destkeftiyên zêdetir bi dest biketana.
"Divê pêkhate bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin"
Serok Barzanî li ser rewşa pêkhateyan jî piştgiriya xwe ya ji bo pêkhateyên Kurdistanê û bi taybetî Xiristiyanan nîşan da.
Wî da zanîn ku ev piştgirî li ser bingeha rêz, hevbeşî û mafên destûrî ye û tekez kir ku divê pêkhate bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.
Serok Barzanî her wiha bal kişand ser girîngiya sererastkirina yasaya hilbijartinan da ku îradeya Xiristiyanan di destê wan bi xwe de be û rê neyê dayîn ku kesên din li şûna wan biryarê bidin.
"Em nabin beşek ji nakokiyan"
Di beşeke din a civînê de rewşa herêmê hat gotûbêjkirin.
Serok Barzanî tekez kir ku siyaseta Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve zelal e.
Wî daxuyand ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji aloziyan e û nabe beşek ji nakokiyan jî.
Serok Barzanî her wiha xwest ku pirsgirêk bi rêya dîplomasî û diyalogê bên çareserkirin.
Pêbendbûna Amerîkayê
Li beramberî vê yekê, şandeya Amerîkayê tekez kir ku pêbendbûna welatê wan a ji bo aramî û ewlehiya Îraq û Herêma Kurdistanê didome.
Wan eşkere kir ku bidawîhatina erkê hevpeymanan nayê wateya bidawîhatina pêbendbûna Amerîkayê.
Berevajî wê, Washington di çarçoveya pêwendiyên dualî de ji aliyê ewlehî, aborî, siyasî û leşkerî ve pêbendî parastina aramî û hevpeymaniya xwe ya bi Hewlêr û Bexdayê re ye.



