Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hîzanê ya parêzgeha Bidlîsê ya Bakurê Kurdistanê, bi hatina payîzxêrê re xebatên derxistin û berhevkirina hingiv dest pê kir û hilberîner zêdetirî hezar û 800 ton berhem ji bo îsal pêşbînî dikin.
Ev hingivê ku bi aromaya xwe ya taybet û rêbazên xwe yên kevneşopî navdar e, îsal bi xêr û bereketa payîzê rûyê mêşvanên herêmê geş kir.
Li zozanên bilind ên navçeyê ku ji aliyê flora û şînahiyê ve dewlemend e, vekirina kewarên ku ji qufik û heriyê hatine çêkirin berdewam dike.
Mêşvan serê biharê kewaran datînin zozanên bilind, payîzê jî kewaran vedikin û hingivê tê de berhevbûyî, kom dikin.
Serokê Yekîtiya Hilberînerên Hingiv a Hîzanê Seyîthan Ekîncî diyar kir ku navçe bi hingivê xwe tê naskirin û got ku şînahî û giyayên xwezayî ji bo mêşvaniyê avantajeke girîng e.
Ekîncî da zanîn ku ji sedî 70yî kewarên li navçeyê li gorî rêbazên berê ne û wiha berdewam kir:
"Navçeya me Hîzan, bi hingivê xwe navdar e. Xwezaya me, floraya me pir xweş e. Li navçeya me ji sedî 70yî li gorî rêbazên berê hingiv tê hilberîn.
Kewarên li Hîzanê di şiklê boriyê de ne ku dirêjahiya wê nêzîkî metreyek û 20 santîmetreyî ye. Em kewaran bi qufikan dihûnin û paşê bi heriyê siwax dikin. Taybetiya wê ev e."
Ekîncî wiha dawî li axaftina xwe anî, "Em li navçeya xwe girîngiyeke zêde didin rêbazên berê. Em îsal ji hingiv hezar û 800 ton berhem pêşbînî dikin. Ji sedî 60î vê dê hingivê li gorî rêbazên berê be."

