Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan derbarê endamên PKKyê yên ku di demên cuda de canê xwe ji dest daye bîlançoyek parve kir û da zanîn ku ragihandina nasnameyan dê berdewam bike.
Karayilan di daxuyaniya xwe de giranî da ser rewşa şer a heyama dawî, hejmara giştî ya kesên ku canê xwe ji dest daye û nîqaşên li ser diyalogê yên ku di rojevê de ne.
Li gorî nûçeya ANFyê, Murat Karayilan diyar kir ku hejmara giştî ya gerîlayên PKKyê ku canê xwe ji dest daye ji 50 hezar kesan derbas kiriye.
"Ji ber xitimandinê diyalog bi pêş ket"
Karayilan anî ziman ku wan di 10 salên dawî de rastî operasyonên leşkerî yên giran hatine û demeke dirêj li qadên Metîna û Zapê çeperên xwe parastine û beriya demeke kurt bi rêya diyalogê ji Metînayê vekişiyane.
Karayilan got ku xitimandina di qada leşkerî de ev pêvajoya îro derxistiye holê û wiha pê de çû:
"Dewleta Tirk li Metîna, Zap û gelek cihan asê ma û xitimî. Pêvajoya niha jî ji ber vê yekê dest pê kir.
Nexwe çima hewcedarî hat dîtin ku bangî Rêber Apo were kirin û bi Kurdan re diyalog were danîn?
Wan dixwest bi temamî tune bikin lê van lehengên wêrek destûr neda vê yekê. Şehîdên me destûr neda."
Sedema derengketinê û lîsteya nû ya 157 kesan
Karayilan bi bîr xist ku berê nasnameya 749 kesên ku li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dabû hatibûn ragihandin û destnîşan kir ku ji ber mercên ewlehiyê, qutbûna ragihandinê û şertên şer, hinek agahî bi derengiyeke wekî şeş mehan digihin wan, ji ber vê yekê jî hinek nav nehatine ragihandin.
Karayilan ragihand ku di rojên pêş de dê nasnameya 157 kesên din ên ji herêmên cuda bi gel re parve bikin û wiha berdewam kir:
"Ji ber ewlehiya hevalan ragihandin hatibû rawestandin, agahî dereng dihatin. Her wiha şer berdewam dikir û her dem şehîdên nû çêdibûn.
Yên ji Bakur me hemû eşkere kirin. Niha 157 hevalên me hene ku hîn li bendê ne werin eşkerekirin. Ji Şingalê 8, ji Başûrê Kurdistanê 21, ji Rojhilatê Kurdistanê jî 78 leheng û şehîdên me hene.
Di vê mehê û meha bê de em dê van hemûyan eşkere bikin û bi raya giştî re parve bikin."



