Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Berpirsê Nû yê Ofîsa Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê ya li Hewlêrê Stefan Wendt qebûl kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destbikarbûna erpirsê Nû yê Ofîsa Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê ya li Hewlêrê Stefan Wendt li wî pîroz kir û di erkê wî de serkeftin ji wî re xwest.
Her wiha Mesrûr Barzanî piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wî nîşan da.
Pêwendiyên dualî û çaksazî
Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê ya li Hewlêrê jî behsa girîngiya bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê kir.
Di heman demê de çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di sektorên cuda de jî hatin nirxandin. a
Her wiha rewşa giştî ya Îraq û herêmê jî di civînê de hatin gotûbêjkirin.

.jpg&w=3840&q=75)

