Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, bi raporeke berfireh bal kişand ser tawana "fîlîsîdê" ku wekî kuştina zarokan a ji aliyê dê, bav an jî xwedîkerên wan ve tê pênasekirin.
Di raporê de hat eşkerekirin ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê her sal bi dehan zarok di nav malbatê de dibin qurbaniyên tund û tûjiyê.
Rapor bi amarên balkêş sedemên kûr ên vê trajediyê nîşan dide ku li pişt van kuştinan ne tenê "dînitiya ji nişka ve" di rastiyê de qeyranên giran ên aboriyê, nexweşiyên derûnî yên ku nehatine dermankirin û zextên giran ên civakî hene.
Bav di rêza yekem de ne: Ji sedî 62yê kujeran bav in
Li gorî raporê, li Tirkiyeyê saziyên fermî yên wekî TUÎK an jî Wezareta Dadê derbarê vê mijarê ti amar ranegihandiye.
Ji ber vê yekê, lêkolîn li ser bingeha 50 nûçeyên ku di medyayê de hatine weşandin hatiye amadekirin.
Amarên di raporê de nîşan didin ku salane derdorê 20 heta 35 bûyerên kuştina zarokan (fîlîsîd) digihîjin dadgehan an jî di medyayê de cih digirin.
Di nav van bûyeran de rêjeya bavan pir bilind e û wekî ji sedî 62 hatiye tomarkirin ku temenê wan ê navîn 39 e.
Sedemên sereke yên ku bavan dikişînin ber bi vê tawanê ve wekî qeyranên aborî, pevçûnên hevjînî û kêşeyên li ser mafê xwedîkirina zarokan hatine destnîşankirin.
Di nav 10 salên dawî de jî, bi taybetî ji ber qeyranên aborî û pêvajoyên hevberdanê, rêjeya bavên ku zarokên xwe dikujin zêde bûye.
Li aliyê din, dayîkên kujer ji sedî 34ê bûyeran pêk tînin û temenê wan ê navîn 27 e.
Dayîk zêdetir di encama qeyranên psîkotîk, depresyona piştî zarokanînê, ducanîbûna veşartî û di bin zextên civakî de zarokên xwe dikujin.
Rêjeya dê û bavên ku bi hev re vê tawanê pêk tînin jî ji sedî 4 e û ev rewş bi piranî di bûyerên xwekuştina hevpar an komkujiyên malbatî de derdikeve pêş.
Zarokên biçûk bêhtir dibin armanc
Dema mirov li temenê qurbaniyan dinêre, tê dîtin ku di ji sedî 68ê bûyeran de tenê zarokek dibe qurbanî lê di ji sedî 32yan de zêdetirî zarokekî ji aliyê dê an bavan ve tê kuştin.
Temenê herî bi rîsk serdema pêşdibistanê ye, zarokên navbera 1-5 salî bi rêjeya ji sedî 34an di rêza yekem de ne ku sedema vê yekê wekî giraniya barê xwedîkirinê, qeyranên derûnî û kêşeyên navmalbatî hatiye ravekirin.
Zarokên dibistanê yên 6-12 salî bi ji sedî 28an di rêza duyem de ne û piranî ji ber tolhildana piştî hevberdanê an disîplîna tund dibin armanc.
Rêjeya pitikên 0-12 mehî ji sedî 24 e ku ev zêdetir piştî ducanîbûnên veşartî rû dide, her wiha rêjeya ciwanên 13-18 salî ji sedî 10 e û yên di ser 18 salî re jî ji sedî 4 e.
Di van kuştinan de wekî rêbazên tawanê herî zêde çek bi ji sedî 30î, fetisandina bi dest, weris an kemberê bi ji sedî 28an û amûrên birek ên mîna kêran bi ji sedî 22yan tên bikaranîn.
Nexweşiyên derûnî û kêmasiyên sazûmanî
Faktorên tenduristiyê û rewşa derûniyê ya dê û bavan di van rûdanan de roleke mezin dilîzin. Li gorî amaran, di nav kujeran de nexweşiya depresyona giran bi ji sedî 24an di rêza pêşîn de ye.
Piştî wê, depresyon an qeyrana derûnî ya piştî zarokanînê bi ji sedî 18an, şîzofrenî û nexweşiyên din ên psîkotîk bi ji sedî 16an, kêşeyên kesayetiyê yên antîsosyal bi ji sedî 12an û bandora madeyên hişbir an alkolê jî bi ji sedî 10an wekî sedemên derûnî hatine rêzkirin lê di ji sedî 20ê bûyeran de ti agahî tune.
Baroya Amedê balê dikişîne ser nebûna koordînasyonê di navbera Wezareta Malbatê, saziyên tenduristiyê û dadgehan de ku dê rê li ber tesbîtkirina bilez a rîskan bigire.
Di heman demê de zimanê medyayê yê sansasyonel jî fikarên bingehîn vedişêre, hestiyariya civakê lawaz dike û metirsiya kopîkirina tawanê ava dike.
Ji ber zêdebûna van nûçeyan, di civakê de hestiyarî lawaz dibe û xelk ji malbatên di bin rîskê de dûr dikeve.
Her wiha xwişk û birayên ku li dû qurbaniyan dimînin jî tûşî tramwayên giran, qeyrana nasnameyê dibin û ji civakê tên bidûrxistin.
Çareseriyên radîkal û pêşniyarên Baroyê
Navenda Mafên Zarokan ji bo rêgirtina li ber van trajediyan hinek pêşniyarên girîng pêşkêşî rayedaran dike.
Di serî de tê xwestin ku di yasayê de bendeke taybet a bi navê "fîlîsîd" were zêdekirin da ku darizandin li gorî rewşa derûnî û aboriyê ya kujer were cudakirin.
Pêşniyareke din jî daxwaza yasayekê ye ku mamoste, bijîşkên malbatê û mixtaran neçar bike ku gava di malbatekê de qeyraneke giran an metirsiya tund û tûjiyê bibînin, bi awayekî veşartî agahiyê bidin saziyên pêwendîdar.
Baro diyar dike ku divê Wezareta Tenduristiyê protokolekê amade bike ku piştî zarokanînê di nav salekê de tenduristiya derûnî ya dê û bavan herî kêm 3 caran were kontrolkirin.
Di dawiyê de, parastina modelên Ewropayê yên wekî "Tora Parastina Zarokan" tê pêşniyarkirin da ku di navbera wezaret, polîs û baroyan de platformeke dîjîtal a parvekirina agahiyan were avakirin û malbatên di bin rîskê de zû werin tesbîtkirin.
Ji bo malbatên ku qeyrana aborî û hevberdanê dijîn jî alîkariyên madî û derûnî yên 3 mehan tên xwestin.
Her wiha divê bernameyên rehabîlîtasyonê yên herî kêm 6 mehan ji bo derdora ku trajedî lê qewimiye were meşandin.
.jpg&w=3840&q=75)


