Hewlêr (Rûdaw) - Gundê Celgê yê li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê bi temamî hatiye talankirin û wêrankirin.
Cotkarên herêmê dibêjin ku dest danîne li ser mal û milkên wan û gef li wan tên xwarin.
Hewldanên vegerê hene jî lê dîsa astengî ji bo Kurdan tên derxistin û zeviyên wan jî ji aliyê kesên din ve tên çandin.
Gundê Celgê 35 kîlometreyan li başûrê bajarê Girê Spî ye û 10 kîlometreyan li bakurê bajarokê Bozanê (Eyn Îsa) ye.
Ew gund bi temamî hatiye wêrankirin.
Dest danîn ser mal û zeviyan
Mehmûd Mihemed Cindî cotkarekî 62 salî ye û xwediyê yek ji wan malan e.
Wî ji Rûdawê re eşkere kir ku ji dema dagirkirina herêma Girê Spî ve gundê wan hatiye talankirin.
Gundê wan ji 6 malan pêk dihat û bi temamî hatiye wêrankirin.
Wî ji Rûdawê re got ku li gundê Celgê tiştên wan ên hatine talankirin ev in:
· 6 mal bi hemû kel û pelên xwe ve
· 180 hektar zeviyên çandiniyê
· 6 bîrên avdanê û motorên wan
· 6 hezar çuwal genimê embaran
· 30 serî pez
· Otomobîleke pîkap
"Gef li min xwarin"
Mehmûd Mihemed Cindî da zanîn ku wî daxwaza mal û zeviyên xwe kiriye lê piştî vê daxwazê, çekdarekî pêwendî pê re daniye û gef lê xwarine.
"Kurdên ku mane jî rastî astengiyan tên"
Akademîsyen Dr. Îbrahîm Mislim ku xelkê Girê Spî ye li ser rewşê ji Rûdawê re axivî.
Dr. Îbrahîm Mislim qala rewşa gundan kir û got:
"Li derdora 100 gundên Kurdan heta niha kes venegeriyaye malên xwe. Yên ku vegeriyane jî xelkê wan deveran in ku berê xeta şer bû. Piştî ku şer rawestiya ew vegeriyan. Li gel hinek gundên ku berê Kurd li wan mabûn."
Îbrahîm Mislim destnîşan kir ku hewldanên vegerê hene lê astengî jî zêde ne û wiha pê de çû:
"Piştî ku xelkê me yê Serê Kaniyê vegeriya gelek hewldan çêbûn lê li Girê Spî tiştekî wiha nîne.
Hewldan hene, milet dixwaze vegere lê ew kesên ku yek bi yek jî vegeriyane rastî lêdanê hatine.
Heta ew kesên ku ji berê ve mane jî rastî astengiyan tên da ku ji cihên xwe derkevin."
"Fona Serweriyê" li ser zeviyên Kurdan dixebite
Berdevkê Kombûna Ciwanên Kurd a Girê Spî Ferzat Ebdo jî daxuyaniyên girîng dan.
Ferzat Ebdo ji Rûdawê re eşkere kir ku aliyên ser bi "Fona Serweriyê" ve dest bi çandiniya zeviyên Kurdan kirine.
Ev zevî yên Kurdên koçberbûyî ne û li 37 gundên navçeya Girê Spî ne.
Daxuyaniya Alîkarê Parêzgarê Reqayê
Alîkarê Parêzgarê Reqayê Mihemed Hamidî jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivîbû û gotibû:
"Em bi awayekî cidî dixebitin ji bo vegerandina xelkê li ser gund, mal, erd û milkên wan. Her wiha em dixwazin dosyeyên rawestandî li gorî yasa û dadweriyê çareser bikin."


