Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Tiba Dadî ya Urmiyeyê li şûna termê ciwanê Kurd ê 37 salî Behmen Ehmediyê termê kesekî din radestî malbatê kir.
Behmen Ehmedî ji bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo ku bixebite çûbû bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê.
Ev 7 meh bûn ku malbata wî ti agahî ji wî wernedigirt.
Termê wî li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê hatibû dîtin.
Termê wî 4 mehan li morga nexweşxaneyê ma.
Ji ber ku malbata wî peyda nebûbû, termî wî li Wanê hatibû definkirin.
"Li ser sînor nexweş dikeve"
Mirovên Behmen Ehmedî li ser mirina wî ev agahî dan:
"Ew li sînor nexweş dikeve û telefonî tîmên tenduristiyê dike. Wan ew biriye nexweşxaneyê. Li wir du caran dilê wî disekine.
Rewşa wî xirab dibe lê carekê dîsa dilê wî lê dide. Piştre wî dibin nexweşxaneyeke Wanê. Ew heta demjimêr 04:00ê êvarî li nexweşxaneyê dimîne û 04:05an dimire."
Bavê Behmen 3 caran ji bo dîtina kurê xwe çûbû Bakurê Kurdistanê lêê ti encam bi dest nexistibû.
Sê meh piştî bixakspartinê, malbata wî ji mirina wî tê agahdarkirin.
Piştî vê yekê, termê Behmen vediguhêzin Urmiyeyê.
Termekî din dabûn wan
Lê belê dema ku wan term dişûşt, derket holê ku ew term ne yê Behmen e.
Mirovekî wî derbarê vê ecêbê de wiha axivî:
"Ev 5 roj in ji me re gotin ku wan kesekî bi navê Behmen Ehmedî dîtiye û werin nas bikin. Em nizanin Saziya Tiba Dadî ya Urmiyeyê çawa term guherandiye.
Em çûn, ji me re gotin term li vir e. Me ji wan re got we term bi xeletî daye me. Wan jî got nexêr term xelet nîne. Piştre me termê wî yê rast anî."
Ev xeletî li Saziya Tiba Dadî ya Urmiyeyê çêbûbû.
Piştî anîna termê wî yê rast, roja înê hat veşartin.
Behmen Ehmedî 37 salî bû û ew zewicî bû û bavê 4 zarokan bû.


