Riha (Rûdaw) - Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê wekî "Bajarê Muzîkê" yê sala 2026an ragihand.
Ev cara yekem e ku bajarekî Bakurê Kurdistanê ji aliyê UNESCOyê ve wekî Bajarê Muzîkê tê diyarkirin.
Bi vê boneyê hunermend û muzîkjenên ji 30 welatan û 4 parzemînan li Rihayê beşdarî civîna Bajarên Muzîkê ya UNESCOyê bûn.
Dengbêj Şakiro û awazên cîhanî bi hev re olan dan
Li salona ku civîna UNESCOyê lê hat lidarxistin, dengê dengbêjê navdar Şakiro bilind bû.
Paşê jî awazên dengbêjiyê cihê xwe da muzîka kevneşopî ya Romanyayê.
Stranên neteweyan li gel awazên gelên cuda bûn yek û hunermendên navneteweyî dilê beşdaran şa kir.
Ji ber vê helkeftê, ji çar aliyên cîhanê mêvan û şande li bajêr hatin ba hev.
Serokê Şandeya Xirvatistanê Goran Beus li ser hezkirina xwe ya ji bo bajêr got:
"Demeke dirêj e ez Rihayê nas dikim û heta niha ez rastî kesekî dengnexweş ê Rihayî nehatime."
Hunermenda ji Romanyayê Stefania Redulescuyê jî kêfxweşiya xwe anî zimên û got:
"UNESCOyê Riha wekî bajarê muzîkê pejirand. Muzîka Rihayê gelekî xweş e û min jê pir hez kir.
Em ji Romanyayê bi orkestraya xwe hatin û me bi zimanê xwe stran gotin. Atmosfereke gelekî baş bû."
Nûnera Şaredariya Hannoverê ya Almanyayê Almut Wille jî diyar kir ku bajarê wê 10 sal in di lîsteyê de ye û got:
"Ez pir kêfxweş im ku Riha kete nav lîsteya Bajarên Muzîkê ya UNESCOyê."
Sine û Riha: Du bajarên Kurdan di lîsteyê de ne
Di çarçoveya bernameyên UNESCOyê de li Rihayê çendîn konserên muzîkê yên sembolîk hatin lidarxistin.
Kordînatorê Bajarên Muzîkê yê UNESCOyê Jacoba A. Wagner bal kişand ser dewlemendiya bajêr û got:
"Riha di warê çanda muzîkê de bajarekî pir dewlemend e. Ji ber vê yekê gava serî li me dan, me ew rasterast pejirand.
Bi vî awayî du bajarên Kurdan ketin nav lîsteya Bajarên Muzîkê ku ew jî Sine û Riha ne."
Şaredariya Rihayê mêvandariyê dike
Serkêşiya van konser û çalakiyan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ve hat kirin.
Seroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Şaredariya Rihayê Elîf Esra Onalê pêvajoya serkeftina bajêr nirxand û got:
"Em wekî bajarê Rihayê mêvandariya civîna Bajarên Muzîkê ya UNESCOyê ya sala 2026an dikin.
Ev serkeftin di rojek an du rojan de çênebû. Em bi bajarên din ên berbijêr re ketin pêşbirkê û em bi ser ketin."
Her çend çalakiyên li bajêr di çarçoveyeke diyarkirî de bin jî, dengvedana qebûlkirina Rihayê di asta navneteweyî de gelekî mezin bû.

.jpeg&w=3840&q=75)
