Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed spasiya xelkê Hisîçayê kir ku bi gotina wî helwesta xelkê aramî parastiye.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.
Ehmed di peyama xwe de spasiya xelkê Hisîçayê kir û pesnê helwesta wan a ji bo parastina aştî û bihevrejiyanê da.
"We aştiya navxweyî xurt kir"
Parêzgarê Hisîçayê di peyama xwe de bal kişand ser rola xelkê ya di çareserkirina aloziyan de û got:
"Ji bo gel û welatiyên me yên birêz ên li Hisîçayê, em helwestên we yên berpirsyarane û hestiyariya we ya berdewam gelekî bilind dinirxînin.
We bi taybetî di van zehmetiyên mezin ên qonaxa borî de nirxên jiyana hevpar û aştiya navxweyî xurt kirin."
"Sekna we stûna sereke bû"
Nûredîn Ehmed destnîşan kir ku rola xelkê di parastina aramiyê de xwedî cihekî bingehîn e û got:
"Bê guman hişyarî û sekna we ya di derbaskirina wan şert û mercan de, stûna herî sereke bû."
Paşeroja parêzgehê
Nûredîn Ehmed di dawiya peyama xwe de hêviyên xwe yên ji bo paşeroja parêzgehê jî anîn zimên û wiha nivîsî:
"Em hewldan û keda we ya hêja gelekî bilind dinirxînin. Em li bendê ne ku xebata xwe ya hevpar bidomînin da ku em herêma xwe bi pêş bixin, aramiya wê xurt bikin û wê ber bi astên baştir ve bibin."



