Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê "Foruma Koçberiya bi Zorê ya 2026an" hat lidarxistin.
Dirûşma forumê "Mafê vegera bi ewle, vegerandina malan û parastina aştiyê" bû.
Nûnerên hikûmetê, saziyên civaka sivîl û komîteyên koçberan tevlî korbendê bûn.
Beşdaran di korbendê de tekezî li ser çend xalan kir.
Wan xwest ku vegera bi ewle û garantiyên qanûnî werin misogerkirin.
Her wiha wan xwest ku malên xelkê Serê Kaniyê yên ku hatine dagirkirin radestî xwediyên wan werin kirin.
Divê garantiyên qanûnî hebin
Nejla Xelefa koçber ji bajarê Serê Kaniyê ye.
Nejla Xelef tevlî Korbenda Qurbaniyên Koçberiya bi Zorê bû.
Koçbera ji Serê Kaniyê Nejla Xelefê li ser daxwazên xwe wiha got:
“Divê ewlehî hebe, divê parastin hebe û divê garantiyên qanûnî hebin da ku em vegerin.
Di destpêkê de Lîwaya Sultan Murad ket mala min.
Piştre Erebekî hawirde tê de rûnişt û niha jî sê kes ketine mala me ku em nizanin kî ne.
Divê rêyeke ewle, parastin û garantî hebe da ku em vegerin.
Her kesê ku diçe nizane ka dê bi silametî vegere yan na çimkî hîn jî komên çekdar hene.”
Amadehiyên ji bo karwanê 7an didomin
Encûmena Birêvebiriya Parêzgeha Hisîçayê jî beşdarî forumê bû.
Encûmenê da zanîn ku amadehiyên vegera karwanê 7an ê koçberên Serê Kaniyê didomin.
Wan diyar kir ku bi saya hewldanên wan, birêvebiriya bajarê Serê Kaniyê li dijî wan kesên ku malên Kurdan vala nakin biryareke tund daye.
Endamê Meclisa Birêvebiriya Parêzgeha Hisîçayê Ebdulrehîm Mehmûd got:
“Hîn jî li cem Ereban li hemberî Kurdan hişmendiyeke şovenî heye.
Kiryarên xerab û zîhniyeta Baesê hîn jî hene.
Em dikarin wê biryara ku derketiye bi kar bînin. Dibe ku ew biryar li pêşiya wan kiryaran bibe astengiyeke baş.”
Banga ji bo 10 malbatan
5 rêxistinên civaka sivîl li bajarê Qamişloyê ev forum li dar xist.
Wan mijarên wekî vegera aram, parastina aştiya civakî û vegerandina mal û milkan nîqaş kirin.
Rêxistinan ji hikûmeta Sûriyeyê û Parêzgeha Hisîçayê xwest ku 10 malbatên mane beriya zivistanê zû vegerin û ewlehiya wan were parastin.


