Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartinê got, Li 20 parêzgehên Bakurê Kurdistanê 905 gund û 2 hezar û 523 gundik hatine valakirin û milyonek û 200 hezar kes ji wan deveran koçber bûne.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Oznur Bartinê, ji bo qerebûkirina welatiyên ku ji salên 1980î ve ji ber şer koçber bûne, pêşniyaryasayek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kir.
Di pêşniyaryasayê de hat xwestin ku zererên canî û madî yên welatiyên Bakurê Kurdistanê yên ku ji ber şerê PKKyê û artêşa Tirkiyeyê koçber bûne bên qerebûkirin.
Oznur Bartinê hûrgiliyên pêşniyaryasayê ji Rûdawê re eşkere kirin û got:
“Ji salên 1980î ve li 20 parêzgehên Bakurê Kurdistanê 905 gund û 2 hezar û 523 gundik hatine valakirin û milyonek û 200 hezar kes ji wan deveran koçber bûne.
Pêwîst e ev kes bên qerebûkirin û şert û mercên jiyanê li gundên wan ji bo wan bên dabînkirin.”
Navê pêşniyaryasayê
Navê pêşniyaryasayê "Pêşniyaryasaya li ser Vegera Kesên ku di Serdema 1980-2026an de bi Zorê Hatine Koçberkirin, Qerebûkirina Zererên Wan û Damezrandina Heqîqet û Dadê" ye.
Di sedema yasayê de hat diyarkirin ku piştî salên 1980î ji ber destpêkirina şer, pevçûnên çekdarî, biryarên Rewşa Awarte (OHAL) û polîtîkayên ewlehiyê li Bakurê Kurdistanê koçberiyeke mezin a bi zorê pêk hatiye.
Li gorî raporê ji ber vê sedemê gelek welatî mexdûr bûne û zererên mezin ên canî û madî gihîştine wan.
Parlamentera DEM Partiyê Oznur Bartinê li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî.
Valakirina gundan û koçberî
Oznur Bartinê da zanîn ku ji salên 1980î ve li 20 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi giştî 3 hezar û 428 cihên jiyanê (905 gund û 2 hezar û 523 gundik) ji ber şer û hincetên ewlehiyê hatine valakirin û xelkê wan bi darê zorê hatiye koçberkirin û got:
“Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê dibêje di wan salan de 378 hezar û 335 kes ji wan gundan koçber bûne lê amarên wan dûrî rastiyê ne.
Li gorî lêkolîneke Enstîtuya Lêkolînên Nifûsê ya Zanîngeha Hacettepeyê, hejmara kesên ku bi zorê ji cih û warên xwe bûne di navbera 953 hezar heta milyonek û 200 hezar kesî de ye. Ev amareke mezin û birîneke pir kûr e."
“Zererên mexdûran baş nehatine qerebûkirin”
Oznur Bartinê ragihand ku mexdûriyeta wan salan heta niha jî didome û wiha axivî:
“Heta niha li ser destnîşankirina zereran hinek qerebû hatine dayîn lê ew tenê wekî alîkariyekê tên dîtin.
Malên van kesan hatin talankirin, ji çanda xwe dûr ketin û zererên giran dîtin. Divê aliyên fermî bi berpirsiyarî nêzîkî vê mijarê bibin û van kesan bi temamî qerebû bikin.”
Bartinê daxwaz kir ku ji bo welatiyên koçberbûyî şert û mercên jiyanê bên dabînkirin da ku karibin vegerin ser axa xwe û wiha domand:
"Tiştê ku me di qanûnê de aniye ziman tenê dayîna pereyan nîne. Çawa ku ew der hatin valakirin û xirakirin, divê careke din bên avakirin.
Divê elektrîk, rê, xanî û binesaziya pêwîst li wan deveran were temamkirin û radestî welatiyan bê kirin.”
Bihayê qerebûyê yê ku tê xwestin
Di pêşniyaryasayê de rêjeya qerebûyê bi vî rengî hatiye destnîşankirin:
• Ji bo malbatên kesên ku canê xwe ji dest daye: Daxwaza 2 milyon û 300 hezar lîreyên Tirkî (nêzîkî 46 hezar û 680 dolarî) tê kirin.
• Ji bo birîndaran: Daxwaza 140 hezar lîreyên Tirkî (nêzîkî 2 hezar û 840 dolarî) tê kirin.
• Ji bo kesên kêmendam: Li gorî giraniya rewşa wan, daxwaza 420 hezar lîreyan heta milyonek û 100 hezar lîreyî (8 hezar û 525 heta 22 hezar û 325 dolarî) tê kirin.
Di pêşniyarê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê qerebûkirina zererên madî li gorî şert û mercên aborî yên îro bê hesibandin.
Her wiha hat xwestin ku li her parêzgehekê komîteyên destnîşankirina zereran bên avakirin.
Komîsyona Heqîqet û Dadê
Yek ji xalên herî girîng ên vê pêşniyaryasayê damezirandina "Komîsyona Heqîqet û Dadê" ye ku di bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê de bixebite.
Tê xwestin ku ev komîsyon ji 12 endaman pêk bê û maweya xebata wê 5 sal be.
Eger derkeve holê ku karmend an rayedarên dewletê bûne sedema koçberkirin, şewitandina gundan an zerardayînê dê li ser wan serî li dozgeriyê bê dan.
Her wiha hat xwestin ku ji bo tawanên di vê çarçoveyê de qanûna dembihurînê neyê sepandin da ku tawanbar ji ceza nefilitin.
Di salên 1980 û 1990î de li seranserê Bakurê Kurdistanê bi hezaran gund û gundik bi darê zorê hatin valakirin an şewitandin.
Vê rewşê koçberiyeke mezin ber bi bajarên wekî Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn û Edeneyê ve çêkir û demografiya Bakurê Kurdistanê guherand.


