Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê, 3 birayên Kurd rastî êrişa çekdarî hatin û niha li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Li gorî agahiyan, her sê bira di dema ku bi otomobîla xwe diçûn malê, li Çerxerêya Sîneyê (Sinaa) ji aliyê hinek çekdaran ve hatin guleşandin û derbkirin.
Hat zanîn ku eww her sê bira, ji ber ku Alaya Kurdistanê li ser otomobîla wan bû, rastî vê êrişê hatine.
Ev êriş doh piştî xwenîşandanên hinek komên Ereban rû da.
Navên wan sê birayan Nezîr Mihemed Serac Şêxo (20), Diyar Mihemed Serac Şêxo (16) û Mihemed Mihemed Serac Şêxo (19) ne.
Her sê bira niha li Nexweşxaneya Recayê ya li navenda Hisîçayê tên dermankirin
Rewşa tenduristiyê ya birîndaran
Diyarê 16 salî ji ber ku gule li hetiyên kemaxa wî ketine hatiye emeliyatkirin.
Her wiha 3 gule li pişta wî ketine û ji bo vê yekê pêwîstiya wî bi emeliyateke din heye.
Nezîr jî ji stûyê xwe bi guleyekê birîndar bûye.
Ew niha li benda encamên testên bijîşkî ye da ku ew jî were emeliyatkirin.
Birayê wan ê din Mihemed jî ji pişt û rûyê xwe rastî lêdanê hatiye û derb xwarine.
Ereban êrişî mal û milkên Kurdan kir
Bajarê Hisîçayê di van rojên dawî de rastî gelek aloziyan tê.
Ev bûyer piştî xwenîşandanên ku di bin dirûşma "Sepandina serweriya dewletê" ya li parêzgeha Hisîçayî hatin lidarxistin qewimî.
Ev banga xwenîşandanê ji aliyê hinek şêniyên taxên Ereban ve hatibû kirin.
Komek ciwanên ku beşdarî xwenîşandanên taxên Xiwêran, Neşwe û Ezîziyeyê bûbûn, êrişî taxên Kurdan kir.
Di van êrişan de zerereke mezin gihîşte mal û milkên giştî û taybet ên xelkê.
Wêneyên şehîdan çirandin
Xwenîşanderan tabelayên sendîkayên parêzer û pîşekaran, wêneyên şehîdan û sembolên Kurdan çirandin.
Wan her wiha li ser dîwaran dirûşmên li dijî Kurdan nivîsîn, kevir avêtin malên Kurdan û cam û otomobîlên wan şikandin.
Ev rûdan dibin sedema metirsiyeke mezin a li ser jiyana xelkê û aloziyên di navbera pêkhateyên bajêr de.
Hêzên ewlehiyê yên navxweyî û Hêzên Ewlehiya Giştî doh hewl da ku xwenîşandanan kontrol bikin da ku rê li ber tundî û xirabkirinê bigirin û aramiyê li bajêr vegerînin.



