Hisîça (Rûdaw) - Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê, îro piştî nimêja înê di navbera xwenîşanderên Ereb û hêzên ewlehiyê de alozî derket.
Xwenîşanderan hewl da derbasî taxên Kurdan ên li Hisîçayê bibin lê hêzên asayîşê û xelkê taxan rê li ber wan girt.
Li bajêr xwenîşanderên Ereb bi bilindkirina alayên Sûriyeyê xwest ku hikûmeta Şamê desthilata xwe bi temamî li herêmê bisepîne.
Xwenîşandan piştî nimêja înê dest pê kir lê piştî demeke kurt veguherî aloziyê. Komek ji xwenîşanderan xwest êrişî taxên Kurdan bike.
Hêzên Ewlekariya Giştî rêyên sereke yên navbera taxan girtin lê hinek koman dîsa jî xwest bikevin nav taxên Kurdan.
Welatiyan rê neda xwenîşanderan
Yek ji wan taxên ku xwenîşanderan xwest bikevinê taxa Salihiyeyê bû.
Ciwanên xwenîşander xwest bikevin nav taxê lê şêniyên taxê derketin kolanan û rê li ber wan girt.
Welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Beşar li ser rûdanan got:
"Di destpêkê de bi motorsîkletan hatin. Alaya xwe û tiliyên xwe bilind dikirin û dimeşiyan.
Hatine nav miletê Kurd, ma tiştekî wisa çêdibe? Ma Kurd vê qebûl dikin? Me bi hezaran şehîd dane.
Miletê Kurd li vir derket û xwe parast, wan jî da revê. Hêzên ewlehiyê li vir bi hezaran gule ber bi esman ve berdan. Me ji wan re got 'Herin, cihê we li vir nîne'."
"Em naxwazin şerê Kurd û Ereban derkeve"
Piştî van rûdanan hêzeke zêdetir a Ewlehiya Giştî li bajêr belav bû.
Her wiha şervan û hêzên Kurdan jî taxên Kurdan diparêzin.
Şervanê bi navê Reşo Şahîn ku li taxeke bajêr nobetê digire, diyar kir ku ew naxwazin şer çêbibe û got:
"Em taxa xwe diparêzin, em parastina gelê xwe dikin. Em dixwazin rê li ber fitneyê bigirin.
Em naxwazin alozî berfireh bibe û şerê Kurd û Ereban derkeve, ji ber ku em hemû cîranên hev in."
Banga aramiya civakî
Aloziyên li Hisîçayê piştî wê yekê dest pê kirin ku di merasîma bilindkirina alaya Sûriyeyê de alayên Kurdan û tabloyên bi zimanê Kurdî hatin daxistin.
Di encama van rûdan û xwenîşandanan de heta niha 4 kes birîndar bûne û zerer gihîştiye otomobîlên hejmarek welatiyan.
Parêzgariya Hisîçayê jî bangî Kurdan kir ku bisebir bin û rê nedin şerekî navxweyî ku bibe sedema têkdana aştiya civakî.


