Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrişên li ser her du balafirgehên navneteweyî yên li Erebistana Siûdî şermezar kirin.
Mesrûr Barzanî da zanîn ku êrişkirina li ser xelkê sivîl û binesaziya sivîl "bi ti awayî nayê qebûlkirin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro înê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê got:
"Ez êrişên li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid a li Riyadê û Balafirgeha Navneteweyî ya Ebhayê şermezar dikim. Êrişkirina li ser xelkê sivîl û binesaziya sivîl nayê qebûlkirin."
Mesrûr Barzanî her wiha got, "Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazim û em hevxemiya xwe bi gel û serkirdayetiya Şahnişîna Erebistana Siûdî re radigihînin."
Di êrişan de 3 kesan canê xwe ji dest da
Desteya Giştî ya Firokevaniya Sivîl a Siûdî îro bi daxuyaniyekê ragihand ku Hûsiyan bi rêya mûşek û dronan êrişî Balafirgeha Şah Xalid a li Riyadê û ya Ebhayê ya li başûrê welêt kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, di encama êrişan de 3 kesan canê xwe ji dest da û 36 kesên din jî birîndar bûn.
Nasnameya qurbaniyan
Desteyê eşkere kir ku di êrişa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Ebhayê de du jinên bi eslê xwe Mexribî û Cezayîrî canê xwe ji dest daye.
Di wê êrişê de 28 kesên din jî birîndar bûn ku piraniya wan welatiyên Siûdî ne, her wiha du kesên ji Bengladeş û Fîlîpînê jî di nav birîndaran de hene.
Li aliyê din, di êrişa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid a li Riyada paytext de jî welatiyekî Sûdanî canê xwe ji dest daye û 8 kes birîndar bûne.
Hat destnîşankirin ku 5 welatiyên Siûdî, 2 Misirî û Pakistaniyek birîndar bûne.
Ji bilî zererên canî, zerer gihîştiye beşek ji avahî û sazgehên her du balafirgehan jî.

.jpg&w=3840&q=75)

