Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hinek Ereban dest bi xwenîşandanan kir û xwest ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê derbasî bajêr bibin.
Şeva borî xwenîşandanan li bajêr dest pê kiribû û îro piştî nimêja înê xwenîşander careke din daketin qadan.
Piştî nimêja înê ya îro /9ê Çiriya Pêşîn a 2026an) şêniyên Taxa Xiwêranê kom bûn.
Xwenîşanderan alayên Sûriyeyê û wêneyên kesên hatine kuştin bilind kirin û ber bi taxên Kurdan ve meşiyan.
Asayîşê rê li ber wan girt
Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê ji nav xwenîşanderan ragihand:
"Ereb dixwazin hikûmeta Sûriyeyê desthilata xwe bi ser bajarê Hesekê û tevahiya parêzgehê de bisepîne."
Vîviyan da zanîn ku Hêzên Asayîşa Giştî yên Rojavayê Kurdistanê heta niha rê nedaye ku xwenîşanderên Ereb derbasî taxên Kurdan bibin lê ew hewl didin derbas bibin.
Di dema amadekirina vê nûçeyê de, xwenîşanderên Ereb li ber Taxa Til Hecerê kom bûne û hêzên ewlehiyê rê li ber pêşveçûna wan digirin.
Banga çalakvanên Ereb
Vîviyan Fetahê her wiha anî zimên ku ev çend roj in çalakvanên Ereb ên Hisîçayê banga lidarxistina xwenîşandanan dikin.
Wan dixwest ku bi vê rêyê daxwaz bikin ku hikûmeta Sûriyeyê serweriya xwe li tevahiya parêzgeha Hisîçayê bisepîne.
Ji nîvroya îro ve beşek ji xwenîşanderên Ereb bi alayên Sûriyeyê û bi otomobîlan li kolanên bajêr digerin û dirûşmên cuda bilind dikin.


