Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna du aliyan de kesek hat kuştin û kesek jî hat birîndarkirin.
Li navçeya Wêranşarê şeva borî di dawetekê de di navbera du aliyan pevçûn çêbû û bi navbeynkariya kesên li wê derê rawestiya.
Lê piştî dawetê li derve her du alî li hev rast hatin û careke pev çûn.
Di pevçûna bi dest û daran de Mustafa Yasanê 32 salî û Mahmut Yasanê 47 salî yên pismamê hev bi giranî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tendirustiyê her du birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê lê Mustafa Yasan mir.
Polîsan ji bo girtina gumanbaran dest bi xebatê kir.



