Hewlêr (Rûdaw) - Îro 11 koçberên din ên Kurd ku li Lîbyayê asê mabûn bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê vegeriyan Herêma Kurdistanê.
Navenda Hevahengiya Qeyranan a Herêma Kurdistanê (JCC) ragihand:
"Piştî gihîştina wan a bi silametî, Wezareta Karên Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew ciwan bi silametî radestî malbatên wan kirin."
Li ser fermana Mesrûr Barzanî hatin vegerandin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11 koçberên din ji Lîbyayê hatine vegerandin.
Her wiha hat bibîranîn ku berê jî bi hevahengiya Wezareta Karên Navxwe û Daîreya Têkiliyên Derve, 33 ciwan û pişt re jî 3 ciwanên din bi silametî hatibûn anîn ku piraniya wan ji Raperînê bûn.
Navenda Hevahengiya Qeyranan da zanîn ku piştî kontrolên tenduristiyê yên li balafirgehê, ew 11 ciwan radestî malbatên wan hatine kirin.
Her wiha hewlên ji bo dîtina 10 ciwanên din ên winda yên ji Raperînê berdewam dikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku ji ber rêkarên wan ên dema dawî, rêjeya koça neyasayî bi awayekî berbiçav kêm bûye.
Ji destê qaçaxçiyan hatin rizgarkirin
Karbirêkerê Balyozxaneya Îraqê ya Lîbyayê Ehmed Sehaf 4ê Çiriya Pêşîn a 2026an ji Rûdawê re ragihandibû ku wan bi hewlên xwe 11 koçberên ku hemû ji Herêma Kurdistanê ne ji destê torên qaçaxçîtî û bazirganiya mirovan rizgar kirine.
Çalakvanê kar û barên koçberan ê li Ewropayê Renc Pişderî 22yê Îlona 2026an ji Rûdawê re gotibû ku kelekeke koçberan meha tebaxê li Deryaya Navîn bin av bûye û 18 kes xeniqîne ku piraniya wan Kurd in lê xizmên koçberan ev nûçe piştrast nekiribû û gotibû ti agahiya fermî negihîştiye wan.
Lêgerîna ji bo 10 ciwanan didome
Wezareta Karên Navxwe li ser nûçeyên mirina wan koçberan ragihand:
"Wezareta Karên Navxwe û Daîreya Têkiliyên Derve ji bo dîtin û agahîwergirtina ji 10 kesên din ên ji Raperînê ku ev demek e winda ne hemû hewlên xwe dane destpêkirin û bi hevahengiya bi Balyozxaneya Îraqê ya Lîbyayê re û bi rêya nûnertiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê lêgerîn berdewam dike."
8ê Îlona 2026an komeke ji 33 ciwanên Kurd ku li Lîbyayê hatibûn girtin, vegeriya Herêma Kurdistanê.
Pişt re 25ê Îlona 2026an 3 ciwanên din ên heman komê hatin vegerandin ku piraniya wan niştecihên Îdareya Serbixwe ya Raperînê ya parêzgeha Silêmaniyê bûn.
Ji ber hebûna komên çekdar ên cuda, Lîbya wekî cihekî metirsîdar tê dîtin û gelek caran hişyarî hatiye dayîn ku welatî wê rêyê ji bo çûyina Ewropayê bi kar neynin.



