Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê birûskê li şivanekî da û ew bi giranî birîndar bû.
Bûyer li nêzîkî gunê Areşê, dema ku şivanê bi navê F.A. yê 26 salî ajelên xwe diçêrandin qewimî.
Rewşa wî ne baş e
Li ser agahdarkirina xizmên wî, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê şivanê birîndar veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Hat zanîn ku metirsî li ser jiyana şivên heye û ji ber vê yekê jî tîmên tenduristiyê ew rakiriye nexweşxaneyeke Rihayê.



