Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend û wênegirê Kurd Şêrko Mam Axa ku ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, di festîvaleke navneteweyî ya wênegiriyê de, di beşa "Jîngeh"ê de xelat bi dest xist.
Her wiha çar berhemên wî yên din jî di beşên cuda de ji aliyê lijneyê ve hatin hilbijartin.
Wênegirê Kurd Şêrko Mam Axayê ku li navçeya Bokanê ya Urmiyê dijî, serkeftineke nû li serkeftinên xwe yên navneteweyî zêde kir.
Mam Axa ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku di pêşbirka wênegiriyê ya "Nexus 2026" de ku li Îmaratê hat lidarxistin, wêneyekî wî di kategoriya "Jîngeh"ê de hêjayî xelatê hat dîtin.
Mam Axa her wiha da zanîn ku ji bilî wî wêneyê xelatgirtî, çar berhemên wî yên din jî bal kişandiye ser xwe û di sê beşên cuda de mafê pêşandanê bi dest xistiye.
Çar berhemên wî yên din jî hatin hilbijartin
Hunermendê Kurd derbarê berhemên xwe yên ku di pêşbirkê de hatine qebûlkirin, ev agahî dan:
“Berhema min a bi navê 'Hope' (Hêvî) di kategoriya Hunerên Bedew de, wêneya min a bi navê 'Mountain Sunflower' (Gulberoja Çiyê) di kategoriya Portreyê de hat hilbijartin.
Her wiha her du xebatên min ên bi navên 'Warm Shelter' (Sitara Germ) û 'Children of the Mountain' (Zarokên Çiyê) di beşa Belgefîlmê de ji aliyê lijneyê ve hatin pejirandin.”
Ji 83 welatan 800 wênegir beşdar bûn
Şêrko Mam Axa da zanîn ku hevrikiyeke pir mezin di pêşbirkê de hebû û got ku ji 83 welatên cuda 800 wênegir bi giştî bi 4 hezar û 800 wêneyan beşdar bûne û hemû berhem ji aliyê lijneyê ve bi hûrgulî hatine nirxandin.
Ev hunermendê jêhatî ku li Rojhilatê Kurdistanê û seranserî Îranê tê naskirin, îsal 29ê Tebaxê di Pêşbirka Navneteweyî ya Xelatên Wênegiriyê (IPA) ya li Amerîkayê de jî di çar beşên cuda de xelat wergirtibûn.
Mam Axa ku heta niha bi wêneyên xwe di asta neteweyî û navneteweyî de deng vedaye, berhemên wî di gelek pêşbirkên herêmî û cîhanî de hatine xelatkirin.


