Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya "Civînên Gel" de ragihand ku tenê di nava 30 mehan de, 112 hezar kesan ji bo hezar û 200 karên şaredariyê serî lê daye.
Ev amara ku ji aliyê şaredariyê ve hate eşkerekirin, kûrahiya krîza aborî û bêkariyê ya li bajêr nîşan dide.
Hevserokên şaredariyê destnîşan kir ku çareserkirina vê hejmara mezin a bêkaran ji ber sînorên budçeyê ne pêkan e û ev yek êdî veguheriye pirsgirêkeke civakî.
"Hejmarake pir mezin e, budçeya me têrê nake"
Hevseroka Şaredariyê Serra Bucakê di civîna ku li baxçeyê Salona Konferansê ya Alî Emîrî hat lidarxistin de guhdariya daxwaz û giliyên welatiyan kir.
Bucakê bal kişand ser rêjeya bêkariyê û got ku ji serlêdanan tenê nêzîkî hezar û 200 kes hatine erkdarkirin û wiha lê zêde kir:
"Ev ji bo me hejmarake pir mezin e. Mixabin, bi derfet û budçeya şaredariyê, ne pêkan e ku em vê hejmara mezin çareser bikin."
"Piraniya kesên ku dest bi kar kiriye xebatkarên berê ne"
Serra Bucakê derbarê kesên ku dest bi kar kiriye agahî dan û destnîşan kir ku ji zêdetirî hezar û 200 kesên hatine girtin, nêzîkî 700 kesan xebatkarên berê ne ku di serdema qeyûman de ji kar hatibûn avêtin û mafên wan hatibûn binpêkirin.
Bi vê gavê re, şaredariyê hewl daye ku mafên wan kesan li wan vegerîne.
Emîn Ay: Em dê qadên nû yên kar biafirînin
Hevserokê Şaredariyê Emin Ay jî diyar kir ku pergala hevserokatiyê li ser bingeha şaredariya gelparêz dimeşe.
Ay destnîşan kir ku ew dê li hemberî vê krîza mezin tenê bi derfetên heyî nemînin.
Bi hevkariya saziyên sivîl û bi rêya projeyên nû yên ji bo jin û ciwanan, hewl bidin qadên nû yên kar li Amedê ava bikin da ku barê li ser milê welatiyan kêm bibe.



