Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Şoreşê ya Îranê cezayê îdamê da 2 welatiyên Kurd ku yek ji Kirmaşanê û yê din jî ji Xorasana Bakur e.
Li gorî rapora rêxistinên mafên mirovan, welatiyê Kurd ê bi navê Berzo Rezayî ku ji parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, yek ji desteserkiriyên xwenîşandanên zivistana borî ye.
Rezayî niha li Girtîgeha Feşafûyeyê ya Tehranê girtî ye û Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê bidarvekirinê lê biriye.
Tohmeta "hevkarîkirina bi welatên dijmin re"
Rêxistina Hengawê ya Mafên Mirovan ragihand ku darizandina Berzo Rezayî li Tîma 23yan a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi serokatiya dadwer Qazî Teqîzade hatiye kirin.
Dadgehê bi tohmeta "hevkarîkirina bi welatên dijmin re" cezayê bidarvekirinê lê biriye.
Ajansa HRANAyê jî ragihand ku rûniştina dadgehê beriya du mehan hatibû kirin lê biryar vê dawiyê ji parêzerê wî re hatiye ragihandin.
Ji ber xwenîşandanan hat desteserkirin
Her wiha rêxistinên mafên mirovan diyar kir ku Dadgeha Şoreşê ya li Bocnûrdê cezayê darvekirinê daye welatiyê Kurd ê 38 salî Hadî Ebasiyan ku niştecihê bajarê Şîrvanê yê Xorasana Bakur e.
Hêzên ewlehiyê Ebasiyan 13ê Gulana 2026an dabû desteser kir.
Rêxistin amaje bi wê yekê dikin ku desteserkirina vî welatiyî bi piştgirîkirina xwenîşandanên zivistana borî ya li ser medyaya civakî ve girêdayî ye.
Lê belê saziyên ewlehî û dadwerî yên Îranê heta niha ti daxuyaniya fermî li ser vê mijarê nedaye.
Di 9 mehan de herî kêm 590 kes hatine darvekirin
Piştî xwenîşandanên zivistana borî û şerê Îranê yê li gel Amerîkî û Îsraîlê, hejmara bidarvekirinan li Îranê zêde bûye.
Ev yek bûye sedema dilgiraniyeke navneteweyî.
30yê Îlona 2026an di daxuyaniyeke hevpar de 46 welatên cîhanê zêdebûna cezayên bidarvekirinê yên li Îranê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îranê di 9 mehên borî de herî kêm 590 kesî îdam kirine ku 22 ji wan jin in.
Her wiha hat diyarkirin ku bi sedan kesên din jî di bin metirsiya bicihanîna vî cezayî de ne û êdî bêdengiya li hemberî vê rewşê feydeyê nade ti kesî.


.jpg&w=3840&q=75)
