Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, tîmeke geştyariyê ya bi navê “Çiya Dost” dest bi çalakiyan kir.
Tîm bi mebesta geşkirina sektora geştyariyê û nasandina cihên şûnwarî û xwezaya herêmê, geştan li dar dixe.
Serokê Tîma Çiya Dostê Mehmûd Qirbo beşdarî bultena Nûrojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû ku Nalîn Hesenê pêşkêş dike.
Mehmûd Qirbo ragihand ku armanca wan a sereke ew e ku xelkê Efrînê, hem yên li herêmê û hem jî yên li derve, ji nû ve bi warê xwe û cihên dîrokî û xwezayî ve werin girêdan.
“Wekî hevdîtina bi dayîkê re ye”
Mehmûd Qirbo da zanîn ku ew piştî heşt salên koçberiyê vegeriyaye Efrînê û got:
“Me xwest em wekî Efrînî girîngiyê bidin gelê xwe yê li Efrînê û yên li derveyî Efrînê jî da ku Efrîna xwe baş nas bikin.
Xwezaya wê ya xweş, çiyayên wê û cihên şûnwarî yên kevnar hene.”
Qirbo hesta vegera xwe ya ji bo Efrînê jî wiha anî zimên:
“Piştî ku em vegeriyan, bawer bike, hestekî cuda ye. Wekî xewna zarokekî ye ku dayîka xwe bibîne; ew zarokê ku heşt salan ji dayîka xwe dûr e û paşê dayîka xwe dibîne.”
Ji 7 salî heta 70 salî beşdar dibin
Tîma Çiya Dostê navê xwe ji têkiliya dîrokî ya Kurdan a bi çiyayan re wergirtiye. Tîmê heta niha heft geştên cuda li dar xistine.
Beşdarên van geştan ji hemû temenan pêk tên, ji zarokên 7 salî heta kesên 70 salî jî di nav wan de hene.
Mehmûd Qirbo diyar kir ku geştên wan ne tenê ji bo xelkê Efrînê ne û li pey çû:
“Hevalên me ji Kobaniyê, Bêrecûkê, Qamişloyê, Hisîçayê, Girê Spî û Serê Kaniyê bi me re derketin.
Hinek hevalên me ji Ewropayê hatibûn û hinek hevalên me yên Alman jî wekî geştyar beşdar bûn.”
Kêmasiyên xizmetguzariyê û planên nû
Tîm çûye gelek cihên dîrokî û şûnwarî yên wekî Endarê, Şikefta Duderiyê, Bîhorî û Medreca Romanî.
Lê Mehmûd Qirbo bal kişand ser kêmasiyên di warê xizmetguzariyan de û got:
“Rêya Medreca Romanî ne di xizmetê de ye û erebe nikare biçe jorê.
Her wiha pêdiviya rêya perestgeha Endarê jî bi çêkirinê heye da ku xelk bikare bi hêsanî bigihîje wir.”
Mehmûd Qirbo derbarê çalakiyên xwe yên paşerojê de ragihand ku ew plan dikin ji bo Şikefta Duderiyê geşteke çiyageriyê saz bikin ku dîroka wê vedigere serdema mirovên Neandertal.
.jpg&w=3840&q=75)

