Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl ji Rûdawê re ragihand ku çekdaran dest daniye ser 5 hezar û 500 malên koçberên Kurd ên Serê Kaniyê.
Çekdarên ku dest daniye ser malan naxwazin malên Kurdan radestî xwediyên wan bikin û li hemberî derketinê pereyan dixwazin.
Deriyên wan malan hîn jî li ber xwediyên wan girtî ne ku ji sala 2019an ve hatine koçberkirin û niha dixwazin vegerin ser cih û warên xwe.
Li gorî zanyariyên ku koçberên Serê Kaniyê dane, ew kesên hawirde yên ku dest daniye ser malên koçberên wê herêmê, naxwazin derkevin.
Koçberên Kurd didin zanîn, çekdarên ku dest daniye ser malên Kurdan ji bo valakirina malan pereyekî zêde ji xwediyên wan ên rasteqîn dixwazin.
“Bi dolaran pereyan dixwazin”
Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl ji Rûdawê re got:
“Em wekî Komîteya Koçberên Serê Kaniyê bangî hikûmeta demkî û hêzên asayîşa navxweyî dikin ku bajêr ji van kesan vala bikin.
Ya yekem, ji ber ku ew hîn jî di malên me de ne. Ya duyem jî ew bi dolaran pereyan dixwazin û ev yek jî ji şiyana koçberên me zêdetir e.
Em hêvî dikin ku hikûmeta demkî bi awayekî cidî li ser vê pirsê raweste çimkî hîn jî 5 hezar û 500 mal nehatine valakirin.”
Ji bo valakirina malan komîteyek hat avakirin
Parlamenterê Parlamentoya Sûriyeyê Mistefa Ebdî li ser wan malên ku hîn nehatine valakirin da ku xwediyên wan ên resen vegerin, ji Rûdawê re ragihand ku ji bo vê mebestê komîteyek hatiye avakirin û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê kar tê kirin.
Mistefa Ebdî got, “Roja pêncşemê (8ê Çiriya Pêşîn a 2026an) dê karwanekî din ê ji 500 - 600 malbatan hebe.
Eger pêncşemê dem têrê neke, dê karwanê çaremîn roja şemiyê (10ê Çiriya Pêşîn) bi rê bikeve.
Dê lîsteya wan malên ku tên valakirin ji me re bê şandin û em dê wan malbatan jî vegerînin.
Ji bo wan malbatên ku malên wan nehatine valakirin jî komîteyek hatiye avakirin.”
Armanca vê komîteyê ew e ku ew malên ku dest danîn ser wan werin valakirin û xwediyên wan ên resen tê de werin bicihkirin.
Heta niha zêdetirî 3 hezar malbatan vegeriyane
Li gorî daxuyaniya Parlamenter Mistefa Ebdî ya ji bo Rûdawê, pêvajoya vegerê 10ê Tebaxa 2026an dest pê kiriye.
Ebdî her wiha da zanîn ku heta niha 3 hezar û 626 malbat di çarçoveya sê karwanan de vegeriyane.
Dê karwanê çaremîn jî sibe roja pêncşemê bi rê bikeve û dibe ku heta şemiya bê temam bibe.
Piraniya kesên ku vegeriyane Ereb in û xelkê gundên Serê Kaniyê, Zirgan û Til Temirê ne.
Lê belê hîn jî zêdetirî 13 hezar malbatan li bajarên Hisîça, Dêrik û Qamişloyê û gundewarên wan li koçberiyê dijîn.



