Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê HDPyê ya Dêrsimê Alîcan Onlu piştî ku cezayê pereyê ya 7 hezar û 80 lîreyî da, hat berdan.
Onlu 1ê Çiriya Pêşîn ji bo ku beşdarî merasîmeke cenaze bibe diçû navçeya Pilûrê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê lê polîsan li ser rêya navçeyê ew rawestand.
Pişt re Onlu hat desteserkirin û ew birin Birêvebiriya Ewlehiyê ya Pilûrê.
Sedema girtina Onlu çi bû?
Li gorî agahiyan, girtina Onlu ne ji ber dozeke nû lê ji ber cezayê pereyê ya ku nehatibû dayîn, pêk hat.
Onlu pêwendîdarî gotinên wî yên li dijî Wezîrê berê yê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, doz lê hatibû vekirin û bi tawana “heqaretê” hatibû darizandin.
Di encama vê dozê de cezaya girtinê ya li ser Onlu bi cezayê pereyê ya 7 hezar û 80 lîreyî hatibû veguherandin.
Ji ber ku ev cezayê pereyê nehatibû dayîn, biryara bicihanîna cezayê girtinê hatibû derxistin.
Piştî girtina Onlu ya li Pilûrê parêzerên wî cezayê wî dan û piştî dayîna pereyê Onlu li Birêvebiriya Ewlehiyê ya Pilûrê hat berdan.

_8_11zon_8_11zon.webp&w=3840&q=75)

