Qamişlo (Rûdaw) - Li gorî peymaneke di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hejmarek şervanên Kurd tevlî artêşa Sûriyeyê bûn.
Yek ji wan koman Lîwaya Qamişloyê ye ku şervanên wê dibêjin, ew ji bo parastina bajar û gundên xwe tevlî artêşa Sûriyeyê bûne û tekez dikin ku nasname û zimanê wan nayên guhertin.
Seydoyê ku şervanekî Kurd ê ji Qamişloyê û endamê Lîwaya Qamişloyê ye, çekeke M4 a Amerîkî di destê wî de ye û ew bi xwe jî wekî leşkerekî Amerîkî ye.
Seydo sala 2011ê di nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de dest bi şer kiriye û çend qonaxên leşkerî derbas kirine, sala 2015an bi Koalîsyona Navneteweyî re tevlî HSDyê bûye û sala 2026an ji ber peymaneke ku civaka navneteweyî li ser razî bû, bûye endamê artêşa Sûriyeyê.
Şervanê Lîwaya Qamişloyê Remezan Elî (Seydo) got:
"Çekê min, parçeyeke laşê min e, şer azadî ye.
Ez ti carî poşman nebûme ku bûme leşker û ez nefikirîme ku rojekê ji rojan dev jê berdim.
Tevlîbûna me ji bo vî welatî ye, ji bo bajar û gundên Kurdan e.
Tevlîbûna me ya nav artêşa Sûriyeyê ji bo vê yekê ye."
Hemû şervanan wekî Seydo şer kiriye û dever parastiye.
Niha navê wan Lîwaya Qamişloyê ye û zimanê wan Kurdî ye û bi hêza çekê jî nehatiye guhertin.
Ew li Baregeha Tertebê ku berê xaleke leşkerî ya hikûmeta Beasê bû dimînin û perwerdeya xwe ya rojane dikin.
Birêvebirê Lîwaya Qamişloyê Ebdula Elî jî anî zimên:
"Parastina ku ji me tê xwestin Qamişlo û xeta wê ye lê li gorî biryarên Wezareta Parastinê em dikarin li hemû cihan tevbigerin.
Lîwaya me ya Qamişloyê li Nebekê perwerdeya destpêkê dît, pişt re fermandar çûn koleja leşkerî."
Lîwaya Qamişloyê yek ji çar lîwayên Kurdan e (Lîwaya Dêrikê, Lîwaya Hisîçayê û Lîwaya Kobaniyê) ku taybet e bi şervanên HSDyê.
Ew di çarçoveya peymana Kanûna Paşîn a di navbera HSD û Şamê de tevlî artêşê bûn, çek radestî hikûmeta navendî hatin kirin û budce jî ji Şamê tê.


