Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mêzgirê ya parêzgeha Dêrsimê agir bi axureke ajelan ket û 200 bizin şewitîn û mirar bûn.
Bûyer li gundê Gorcanê yê navçeya Mêzgirê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê qewimî.
Li gorî agahiyan, agir bi axura ajeldarê bi navê Zulfu Keskîn ketiye ku wî pezê tê de xwedî dikir.
Di demeke kurt de pêtên agir li tevahiya axurê belav bûn û 200 bizin di nava agir de asê man û mirar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û agir vemirand.
Piştî kontrol û lêkolînên tîmên Birêvebiriya Çandinî û Daristanê ya Mêzgirê termên wan 200 bizinên ku mirar bûbûn ji aliyê tîman ve hatin binaxkirin.
Hat ragihandin ku li ser sedema bûyerê lêpirsîneke fermî dest pê kiriye.



