Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê xwenîşandanek hat lidarxistin û aloziya di navbera pêkhateyan de gihîşt lûtkeyê.
Bi dehan şêniyên taxa Xiwêranê û deverên derdorê daketin ser kolanan û xwest ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê bi temamî desthilata xwe li ser hemû herêmên parêzgehê bisepîne.
Beriya destpêkirina xwenîşandanê, hêzên ewlehiyê li kolanên sereke û derdora taxa Xiwêranê hatibûn belavkirin lê dema ku xwenîşander gihîştin Qada Aştiyê ya li navenda bajêr, hinekan alaya partiyeke Kurdan şewitand û vê kiryarê bertekên zêde bi xwe re anîn.
Her wiha li bajarên Reqa û Serê Kaniyê jî bi heman awayî xwenîşandan ji bo piştgiriya daxwazên xwenîşanderên li Hisîçayê hatin lidarxistin.
Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser bicihanîna peymanê dixebitin ku 29ê Kanûna Paşîn hatibû îmzekirin.
Armanca peymanê ew e ku saziyên sivîl, leşkerî û ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser di nav saziyên Komara Ereban a Sûriyeyê de werin yekkirin.
Serokê Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand ku wan di van çend rojên borî de bi berdewamî çavdêriya bangewaziyên van xwenîşandanan kiriye.
Ramî Ebdulrehman anî zimên ku di nav hinek ji wan bangan de gotarên heqaret, teşhîr û teşwîqa li dijî Kurdan hebûn.


