Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê li ser rêya Pîranşar-Nexedeyê otobuseke karkeran wergeriya.
Li gorî agahiyên destpêkê, di vê qezayê de kesek miriye û 27 kes jî birîndar bûne.
Bûyer serê sibeha îro li ser rêya navbera Pîranşar û Nexedeyê ya li parêzgeha Urmiyeyê qewimî.
Li gorî wan dîmen û vîdeoyên ku hatine belavkirin, otobusa karkeran li nêzîkî goristana Nexedeyê û gundê Qarnayê wergeriyaye.
Karkerên çinîna sêvan bûn
Birêvebirê Giştî yê Heyva Sor a Urmiyeyê Hemîd Mehbûbî ragihand ku tîmên gihîştine cihê bûyerê û heta niha di vê bûyerê de kesek miriye û 27 kes jî birîndar bûne.
Birîndarên bûyerê sewqî nexweşxaneyên Pîranşar û Nexedeyê hatine kirin.
Hat ragihandin ku otobusê karkerên çinîna sêvan ji Pîranşarê ber bi Nexedeyê ve dibirin.
Sedema wergerîna otobusê hîn nayê zanîn û aliyên pêwendîdar li ser bûyerê lêkolînê didomînin.



