Dêrsim (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê DEM Partiyê yê Dêrsimê Alîcan Onlu li navçeya Pilûrê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Li gorî agahiyan, Alîcan Onlu ji bo ku beşdarî merasîmeke cenaze bibe diçû navçeya Pilûrê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê lê polîsan li ser rêya têketina navçeyê ew rawestandiye.
Polîsan piştî rawestandinê Onlu desteser kir û ew bir Gerînendehiya Ewlehiyê ya Pilûrê.
Alîcan Onlu diyar kir ku hîn sedema desteserkirinê jê re nehatiye ragihandin.
Kar û barên desteserkirina Alîcan Onlu yên li Gerînendehiya Ewlehiyê ya Pilûrê berdewam dikin.


