Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku biryar hatiye dayîn Baregeha Başîk-Zêlkanê ya li Mûsilê gav bi gav radestî rayedarên Îraqê were kirin.
Wezaretê diyar kir ku ev biryar piştî wan gavan hatiye dayîn ku hikûmeta navendî ya Îraqê ji bo bihêzkirina desthilata dewletê ya li Şingalê avêtine.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê de hat destnîşankirin ku ew gavên dawî yên hikûmeta Îraqê yên li Şingalê erenî dibînin.
Hat diyarkirin ku ev gav dê alîkariya asayîbûna rewşa Şingalê bikin û dê di dabînkirina ewlehî û aramiya herêmê de roleke girîng bilîzin.
Baregeha Başîkê ji sala 2015an ve dihat bikaranîn
Wezaretê bi bîr xist ku Baregeha Başîk-Zêlkanê ji sala 2015an ve “di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê” de ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ve dihat bikaranîn.
Hat destnîşankirin ku “ji ber ku rayedarên Îraqê wê demê xwestibû” leşkerên Tirk li wir bi cih bûbûn.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku li gorî mekanîzma û plana demkî ya li serê lihevkirî, dê baregeh hêdî hêdî radestî rayedarên Îraqê were kirin.
Radestkirina Baregeha Başîkê berê di hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ya li New Yorkê de jî hatibû rojevê û piştî wê hevdîtinê pêvajoyê dest pê kiribû.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê bal kişand ser ewlehî û aramiya Îraqê û got:
"Welatê me wekî doh, îro jî ji bo pêkanîna ewlehî û aramiya li herêmê li cem cîranê xwe Îraqê ye."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di dema bê de ji bo bilindkirina asta hevkariya leşkerî û ewlehiyê ya di navbera Tirkiye û Îraqê de gavên nû tên plankirin.
Hat ragihandin ku her çend Tirkiye Baregeha Başîkê radestî Îraqê bike jî, “piştgiriya wê ya ji bo Hêzên Çekdar ên Îraqê dê berdewam bike.”
Wezaretê diyar kir ku di çarçoveya peymanên dualî de ew dê di warên “zêdekirina şiyanên leşkerî, parvekirina tecrube û pisporiyê ya di têkoşîna li dijî terorê de, perwerdeya leşkerî û pîşesaziya parastinê de alîkariya Îraqê bidomînin.”
Wezaretê destnîşan kir ku radestkirina Baregeha Başîk-Zêlkanê bi ti awayî nayê wê wateyê ku “hevkariya leşkerî û ewlehiyê ya di navbera Tirkiye û Îraqê de bi dawî dibe.”


