Hewlêr (Rûdaw) - Li Cizîra navçeya Şirnexê qalibê avahiyê hat xwarê û 5 karker birîndar bûn.
Li Taxa Sûrê di avahîsaziya kargehekê de dema beton dihat valakirin, qalib herifî.
Bi agahdarkirinê re tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê 5 karkerên ku ji ber herifîna qalib birîndar bûn bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

.jpg&w=3840&q=75)

