Hewlêr (Rûdaw) - Rapora Saziya Tiba Dadî ya derbarê mirina Servet Turgutê ku ji helîkopterê hatibû avêtin piştî 6 salan derket.
Îlona 2020î Li navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê du gundiyên Kurd Servet Turgut (55) û Osman Şîban (50) piştî şkenceyên giran ji helîkopterê hatibûn avêtin.
Li gorî raporê ji ber şkenceyên giran di laşê Turgut de hestiyên neşikestî nemane.
Servet Turgut 30ê Îlona 2020î li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin miribû.
Piştî pêvajoya dermankirinê ya ku demeke dirêj ajotibû derbarê Osman Şîban jî doz hatibû vekirin.
Dadgeha 2yem a Cezayê Giran a Mersînê 11ê Nîsana 2023yan bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" (PKK) 7 sal û 6 meh ceza dabû Şîban.
Beriya bûyerê çi bûbû?
8ê Îlona 2020î leşkerên Artêşa Tirkiyeyê tevî 1040 leşkeran dest bi operasyoneke berfireh kiribû.
Di roja sêyemîn a operasyonê (11ê Îlonê) de piştî pevçûna bi gerîlayên PKKyê re fermandarê Artêşa Tirkiyeyê Mahmut Top û çawîşên pispor Yusuf Uyar û Sezen Uçar hatibûn kuştin û 3 gerîlayan canê xwe ji dest dabû.
Servet Turgut û Osman Şîban heman rojê ji aliyê leşkeran ve hatibûn girtin.
Li gorî şahidên bûyerê, berî ku Şîban û Turgut werin desteserkirin, helîkoptereke ku derdora 20 leşkeran tê de bûn xwe li gundikê Sûrikê daniyê. Wê demê li gundikê Sûrikê tevî zarokan 13 kes hebûn.
Hatibû diyarkirin ku leşkeran ew 13 kes civandibûn û li ser çokan dabûn rûniştandin.
Leşkeran di dema kontrolkirina nasnameyan de pirsên wekî "Kî tê vir?" û "Ma hûn alîkariya terorîstan dikin?" ji gundiyan kirine.
Leşkeran piştî lêpirsinê Servet Turgut û Osman Şîban desteser kirine.
Du roj piştî bûyerê hat zanîn ku Turgut û Şîban li Nexweşxaneya Herêmê ya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê di beşa nexweşên giran de ne.
Turgut 30ê Îlona 2020î li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest da û Osman Şîban jî demeke dirêj hat dermankirin.
Rapora tiba dadî ya derbarê Servet Turgut
Piştî ku 6 sal di ser bûyerê re derbas bûn, Ajansa Mezopotamyayê (MA) gihîşt rapora ku Saziya Tiba Dadî (ATK) derbarê Servet Turgut amade kiriye.
Li gorî agahiyên di nûçeyê de, ev nîşeya ku di raporê de cih girtiye balê dikişîne: “Li ser birîndarbûna Servet Turgut a piştî ku ji helîkopterê hatiye daxistin.”
Hat diyarkirin ku dema hêzên ewlehiyê Turgut aniye nexweşxaneyê, rewşa wî krîtîk bû û hişê wî jî ne li serê wî bûye.
Ji ber ku bêhna wî çikiyaye, boriyeke bêhnstandinê di qirika wî re hatiye derbaskirin (entube) û bi masaja dil û nefesdayîna sûnî (çêkirî) hatiye rizgarkirin.
Her wiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku ji ber derbên pir giran, di çermê serî, rû û derdora çavên wî de bi berfirehî xwîn civiyaye, di hestiyên çena jor de şikestin çêbûne, di navbera perdeyên mêjî û li ser serrûyê mêjî de xwînjêçûneke giran û werimîn çêbûye.
11 parsûyên wî şikestine û ji cihê xwe derketine
Di raporê de hat diyarkirin ku li aliyê rastê yê qefesa sîngê 7 û li aliyê çepê jî 4, bi giştî di 11 parsûyan de şikestin û jicihderketin hatine destnîşankirin.
Her wiha hat gotin ku ji ber van şikestinan, di her du valahiyên pişikan de xwîn civiyaye, di pişikan de ji ber derban birîn û pelixîn çêbûne û xwîn ji beşa serguçikê ya rastê çûye û di gurçikan de jî zerer çêbûye.
Di beşa encamê ya raporê de hatiye destnîşankirin ku ji ber şikestinên zêde yên di hestiyan de (parsû û hestiyên piştê), şihîtina hestiyên stû, xwînjêçûna giran a mêjî û têkçûna endamên laş, Servet Turgut 19 rojan tenê bi alîkariya derman û amûran (makineyan) sax maye lê piştî ku laşê wî qels û bêhal maye û dilê wî rawestiyaye û wî canê xwe ji dest daye.
Saziya Tiba Dadî biryar daye ku mirina Turgut, ji ber şikestinên di hestiyên serî, rû û qoqê serî de, şikestinên zêde yên parsûyên sîngê, xwînjêçûna mêjî, têkçûna pişikan, rabûna çermê tiliyên pêyan a ji ber sermayê û têkçûna endamên laş a ji ber van hemûyan pêk hatiye.
Daxuyaniya Parêzgariya Wanê
Daxuyaniya yekem a fermî ya derbarê vê bûyerê ji aliyê Parêzgariya Wanê ve hatibû kirin.
Di daxuyaniya 21ê Îlona 2020î de hatibû angaştkirin ku Servet Turgut li cihê bûyerê çavdêriyê dike û Parêzgariyê tohmetên xwe wiha domandin:
"Hat dîtin ku dema kesê navborî guh neda hişyariya 'bisekine' û hewl da bireve, di zinaran de ketiye û birîndar bûye, tevî ku li ber xwe daye jî hatiye girtin û bi awayekî yasayî hatiye parastin."
Ji bo Osman Şîban jî hatibû diyarkirin ku bi tohmeta "alîkarî û piştgiriya rêxistinê" hatiye desteserkirin.
Suleyman Soylu: "Ew milîs in"
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê yê wê demê Suleyman Soylu gotibû ku Turgut û Şîban ne gundiyên bê guneh in û wiha lê zêde kiribû:
"Eşkere ye ku ew milîs in, terorîstan di mala xwe de dihewînin û alîkariyê didin wan."
Soylu her wiha bi bîr xistibû ku di operasyona li herêmê de 3 leşker hatine kuştin.
Soylu mijara avêtina ji helîkopterê bi rengekî zelal red nekiribû û bal kişandibû ser aliyê hiqûqî yê mijarê û diyar kiribû ku lêpirsîna dadî û birêvebirî ya derbarê bûyerê berdewam dike.
Nûçegihan hatibûn desteserkirin
Piştî nûçeyên li ser desteserkirin û şkencekirina gundiyan a ji aliyê leşkeran ve, li navçeya Şaxê ya Wanê 11ê Îlonê polîsan bi ser malan de girtibû.
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ugur, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Salaya ku nûçeya Osman Şîban û Servet Turgut çêkiribû, 6ê Çiriya Pêşîn hatibûn desteserkirin.
Di operasyona desteserkirinê de, polîsan bi ser buroya ajansê ya Wanê de jî girtibû û dest danîbû ser amûrên wan ên rojnamegeriyê.
Rojnamegerên ku hatibûn desteserkirin, 9ê Çiriya Pêşîn hatin girtin. Rojnameger nêzîkî 6 mehan di girtîgehê de man û di rûniştina yekemîn a dozê de hatin berdan.
Sirri Sakik: "Em li pey dozê ne"
Sirri Sakik doh (30.09.2026) li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew dê ji bo derxistina rastiyên doza Servet Turgut çi ji destê wan were bikin û wiha pê de çû:
"6 sal di ser re derbas bûn. Servet Turgut ji nav zarok û neviyên wî girtin. Di helîkopterê de hemû hestiyên wî şikandin, ji helîkoptera ku nêzîkî pîstê bû avêtin erdê.
Pêşî Wezîrê Karên Navxwe yê wê demê Suleyman Soylu, parêzgarê qeyûm û hemû rayedarên din ji vî kalemêrî re got ‘terorîst.’ Paşê gotin ‘Reviya, ji zinaran ket.’ Pişt re jî her tişt veşartin.
Hemû nav li ber çavan in lê 6 sal in ku nayê gotin kî ev yek aniye serê Servet Turgutê ku di helîkopterê de şkence lê hat kirin û hestiyên wî hatin şikandin.
Ji Soylu bigire heta parêzgar, divê hemû berpirsên vê kuştina hovane werin cezakirin lê heta niha yên ku hatine cezakirin tenê rojnameger bûn.
Bila her kes zanibe: Neviyên Kalo Servet heta ku edalet pêk neyê, dev ji vê dozê bernadin.
Em jî heta ku rastî derkevin holê û berpirs hesab bidin dê li pey vê dozê bin."

.jpg&w=3840&q=75)

