Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ku navenda wê li Osloyê ye, Artêşa Pasdaran a Îranê li parêzgeha Kirmanşanê şivanekî Kurd bi guleyan kuştiye.
Hengawê ragihand ku Naîb Kerîmiyê 25 salî, dema ku li herêma çiyayî ya navçeya Selas û Bawacaniyê ya Kirmanşanê pezên xwe diçerand, ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatiye gulebarankirin û canê xwe ji dest daye.
Ev bûyer piştî hefteyekê ku hêzên ewlehiyê yên Îranê kolberêkî Kurd li heman herêmê kuştibû, qewimî.
Li gorî Hengawê, kolberê Kurd Mihemed Sidiq Ewaliyê 28 salî, 23ê Îlonê li herêma Şêx Salihê ku girêdayî navçeya Selas û Bawacaniyê ye, ji aliyê hêzên Îranê ve bi guleyan hatiye kuştin.
Ewalî zewicî û bavê du zarokan bû. Niştecihekî herêmê di bersiva postekê ya Instagramê de derbarê mirina Kerîmî wiha nivîsandiye:
“Em yek bi yek tên kuştin.”
Niştecihekî din jî wiha hestên xwe aniye zimên:
“Malbatek bi zehmetiyên mezin 20 salan zarokekî mezin dike, paşê ew bi tenê guleyekê tê kuştin.”
Sala 2026an herî kêm 13 kolberên Kurd hatine kuştin
Hengawê ragihand ku ji destpêka sala 2026an ve herî kêm 13 kolberên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.
Li gorî rêxistinê, sala borî jî 15 kolber hatibûn kuştin.
Pisporên Neteweyên Yekbûyî 23ê Îlonê bangî rayedarên Îranê kir ku bikaranîna hêza kujer li dijî kolberên sînoran rawestînin û li ser kuştinên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve pêk tên, lêkolînên serbixwe bidin destpêkirin.
Pisporên dibêjin ku “Barhilgirên Kurd ku bi navê kolber tên nasîn û barhilgirên mazotê yên Belûç ku bi navê suhtber tên zanîn, di nav wan kesan de ne ku li Îranê ji aliyê aborî ve herî zêde zehmetiyan dikişînin.
Divê ew bedêla vê belengaziyê bi jiyana xwe ve nedin.”
Kolber ku piraniya wan ji Kurdên herêmên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo dabînkirina jiyana xwe bar û eşyayan di rêyên çiyayî yên dijwar re derbas dikin û wan ber bi Başûr (Îraq) û (Bakur) Tirkiyeyê ve dibin.
Ev kar wan hem li ber şert û mercên dijwar ên çiyayî û hem jî li ber tundiya çekdarî ya hêzên ewlehiyê yên Îranê dixe xetereke mezin.



