Hewlêr (Rûdaw) - Li çend bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê mamoste ji ber kêmbûna meaşan û xirabiya rewşa aborî dest ji kar berdidin.
Ev çend roj in ku gelek mamosteyan dev ji pîşeya xwe berdaye û ev rewş bûye sedema razîbûneke berfireh.
"Meaşê min têra çûn û hatinê nake"
Mamosteyekî ji navçeya Ciwanroyê yê parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê vîdeoyek belav kir.
Wî mamosteyî bi girî ragihand ku wî dev ji mamostetiyê berdaye.
Mamosteyê Kurd di vîdeoyê de got, "Meaşê min ê mehane têra çûn û hatina min nake û ev rewş li gorî rûmeta mamosteyan nîne."
Ev nerazîbûn di demekê de ye ku di çend rojên borî de gelek mamosteyan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest ji kar berdaye.
Hişyariya Encumena Mamosteyan
Encumena Hevahengiya Rêxistinên Pîşeyî yên Mamosteyên Îranê li ser vê mijarê hişyarî da.
Encumenê ragihand ku destjikarberdana mamosteyan ji bo pergala perwerdeyê metirsiyeke mezin e.
Her wiha encumenê da zanîn ku ew piştgiriyê didin daxwazên rewa yên mamosteyan.
90 hezar mamoste kêm in
Pêla îstifakirina mamosteyan di demekê de ye ku tenê 7 roj in dibistan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê vebûne.
Di sala nû ya perwerdeyê de 16 milyon û 700 hezar xwendekaran dest bi xwendinê kir.
Di heman demê de Wezîrê Perwerdeyê yê Îranê Elîreza Kazimî ragihand ku li seranserê welêt pêwîstiya wan bi 90 hezar mamosteyên din heye û kêmasiyeke berbiçav a mamosteyan heye.



