Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di peyameke xwe ya nû de ragihand ku fesixkirin ne dawî ye û got, “Ev destpêka siyasî tenê bi biryara aliyekî nikare bibe aştiyeke mayînde
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji konferanseke bi navê "Aştî û Entegrasyona Demokratîk" re ku li Londonê hat lidarxistin peyamek şand.
Ev konferans ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî (Centre for Kurdish Affairs) ve hat amadekirin.
Ocalan di peyama xwe de da zanîn ku ji bo derbasbûna ji şerê çekdarî ber bi aştiyeke mayînde, "veguherîneke siyasî, qanûnî û civakî ya demdirêjtir" hewce ye û got:
"Eger pêvajo bi peymanên qanûnî neyê misogerkirin, ew dê tenê wekî agirbesteke demkurt bimîne. Aştiya mayînde ew e ku siyaseta demokratîk li jiyana rojane, tax, bajar û saziyan belav bibe."
Fesixkirin û qonaxa nû
Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser rola PKKyê jî û diyar kir ku PKK li gorî şert û mercên serdema xwe derketiye holê û hebûna Kurdan îsbat kiriye.
Wî destnîşan kir ku di cîhana 2025an de êdî hebûna Kurdan rastiyeke dîrokî ye ku nayê înkarkirin û got:
"Mîna her rêxistineke şoreşgerî, dema erkê wê bi dawî bû, divê veguhere şêweyekî nû. Fesixkirin ne têkçûn e, derbasbûna qonaxeke nû ya dîrokê ye."
"Çekdanîn tenê destpêkek e"
Ocalan peyama xwe ya 27ê Sibata 2025an bi bîr xist û got:
"Aştî tenê bi peymanekê yan qanûnekê çênabe. Çekdanîn destpêkek e. Ya ku dê mayînde be, avakirina civakê ye. Azadî bi çekan nayê misogerkirin, aştî û demokrasî jî di bin siya çekan de nabin xwedî reh."
Gotûbêjên li ser entegrasyon û komara demokratîk
Rêberê PKKyê balkişand ser cudahiya di navbera asîmîlasyon û entegrasyonê de û got:
"Asîmîlasyon mirovan dihelîne û dijminatiyê mezin dike. Lê entegrasyon yekîtiyê û aştiyê çêdike. Em ne li dijî dewletê ne, em li dijî navendîbûna zêde ne.
Komareke demokratîk a ku Kurd û gelên din bi mafên wekhev tê de cih bigirin, rêya herî rast e."
Armanca me ne parçekirina dewletan e, avakirina demokrasiyeke rastîn e bi hev re. Ez ji her kesê ku aştî, çareserî û nirxên demokratîk diparêze daxwaz dikim ku em bi hev re tevbigerin."
Temamiya peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:
"Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku min 27ê Sibata 2025an eşkere kir, deriyê serdemeke nû vekir. Tevgera PKKyê, siyaseta demokratîk, partiyên ku di parlamentoya Tirkiyeyê de ne û bi giştî civaka Tirkiyeyê xwedî li vê bangê derketin. Niha dem ew dem e ku em ji vî deriyê vekirî pêş ve biçin. Mijarên ku hûn ê di konferansê de li ser wan biaxivin, tam mijarên vê destpêkê ne. Hûn ê nîqaş bikin bê ka bi tecrubeyên navneteweyî û perspektîfên Kurdan destpêka siyasî çawa dikare veguhere aştiyeke mayînde. Ev nîqaş sepandina pratîkî ya vê bangewaziyê ne.
Aştî tenê bi peymanekê yan jî bi qanûnekê çênabe. Çekdanîn destpêkek e. Ya ku dê mayînde be avakirina civakê ye. Derbasbûna ji şerê çekdarî ber bi aştiyeke mayînde veguherîneke siyasî, qanûnî, sazûmanî û civakî ya demdirêjtir hewce dike. Armanca bingehîn a vê veguherînê avakirina civaka demokratîk e. Bi dîtina min, şoreş ne dan û standina desthilatê ye, şoreş veguherîna bi rêya avakirinê ye. ‘Azadiya’ ku bi rêya tundiyê tê bidestxistin, di demeke kin de dê bibe dijberiya nirxên ku ji bo wan tê şerkirin. Bêyî aştiyeke bi rûmet, demokrasî û azadî mayînde nabin. Ne demokrasî û ne jî aştiya civakî di bin siya çekan de nikarin reh berdin.
Pêwendiya hezar salî ya di navbera Kurd û Tirkan, Kurd û Farisan û Kurd û Ereban de ne têkiliyeke dijberiya hevdu ye: diyalektîkek e ku tevî ketin û rabûnên xwe li ser piştgiriyê ava bûye. Îro, ev têkilî bêyî asîmîlasyon an veqetînê, bi rêya entegrasyona demokratîk, dikare were nûkirin. Çareseriyên cudaxwaz ne li gorî rastiya vê erdnîgariyê ne. Ji ber ku gel, çand û bawerî li ser vê erdnîgariyê bi hev re dijîn. Hiqûqa xwişk û biratiyê jî li ser bingehên dîrokî û sosyolojîk hatiye avakirin.
Têkiliya Kurdan bi Tirk, Faris, Ereb û gelên din ên li ser vê axê re bi xêzkirina sînoran çareser nabe. Bi milyonan Kurd li metropolên welatên herêmê dimînin. Wekî mînak, mirov bibêje ‘Kurd bila herin bakur, Tirk bila herin başûr’ ev dê ne bi parvekirina dîrokî û ne jî bi têkiliya civakî re li hev bike.
Entegrasyon berovajî asîmîlasyonê ye. Asîmîlasyon dihelîne û neyartiyê mezin dike; entegrasyon yekîtiyê çêdike, aştiyê ava dike. Ev temambûn dike ku civaka demokratîk hebûna xwe biparêze û di çarçoveya mafên kolektîf de, bi awayekî dilxwazane beşdarî komara demokratîk bibe.
PKK ya ku min damezirand, wekî têkoşîneke hebûnî li gorî şert û mercên serdema xwe derket holê. PKKyê hebûna Kurdan îsbat kir û zincîra înkarê şikand. Di cîhana 2025an de, gelê Kurd rastiyeke dîrokî ye û êdî nayê înkarkirin. Ji ber vê yekê, peywira dîrokî ya tevgera me temam bûye. Mîna her avaniyeke şoreşgerî, divê ew jî dema ku peywira xwe temam kir, veguhere şêweyekî nû. Fesix ne dawiyek e yan jî teslîmbûn e, veguhestina qonaxeke nû ya dîrokê ye. Eger em li ser şêweyê kevin israr bikin, zerera herî mezin dê bigihîje gelê Kurd.
Divê êdî çek neyên pesinandin, divê civak bê avakirin. Siyaseta demokratîk dewsa stratejiya şerê rizgariya neteweyî girtiye. Çeka me ya bihêztir gotin, hiqûq û civaka rêxistinkirî ye.
Siyaseteke demokratîk tenê li ser bingeheke normal mimkun e. Li ser vê bingehê ne ku tenê çek tên danîn, di heman demê de tundî û gefa şer bi awayekî beramber ji holê tên rakirin.
Tirkiyeya ku Kurd bi hişmendiyeke demokratîk beşdarî wê bibin, dê bi rastî bibe komareke demokratîk. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn armanc ne parçekirin e, armanc bi hev re avakirina demokrasiyeke rastîn e.
Li Rojhilata Navîn rêya derketina ji krîzan, ne di netew-dewletên nû de ye ku sînoran hilweşînin, di vejandina xalên hevpar ên di navbera gelan de ye; ango di dan û standinên entegrasyonîst û avakirina komînal a demokratîk de ye.
Destpêka siyasî tenê bi biryara aliyekî nikare veguhere aştiyeke mayînde. Ji bo entegrasyonê: gavên hevbeş, lihevkirin û naskirina êşên hevdu hewce ne. Eger pêvajo bi peymanên qanûnî neyê ewlekirin, dê ji agirbesteke demkurt wêdetir neçe. Aştiya mayînde ew e ku siyaseta demokratîk li jiyana rojane, tax, bajar û saziyan belav bibe.
Bêyî hiqûqê, hebûn nikare statuyekê bi dest bixe, têkoşîna demokratîk bê bingeh dimîne. Garantiya pêwîst naskirina civaka demokratîk e, bi awayekî azad pêşxistina ziman û çandê ye, berfirehkirina qanûna birêvebiriya herêmî ye û temambûna hemwelatîbûna destûra bingehîn bi hemwelatîbûna azad re ye. Hiqûqa yekalî û navendî ya netewe-dewletê bi rêya reformên destûrî û qanûnî neyê vesazkirin, bawerî nayê avakirin. Eger Komar demokratîk nebe, entegrasyona demokratîk jî pêk nayê.
Divê kesên ku têkoşîna çekdarî meşandine bikarin vegerin jiyana siyasî û sivîl û divê derfeta wan hebe ku di nava siyaseta demokratîk de berpirsiyariyê bigirin. Dema ku pêvajo temam bibe, ev hevalên me dê bibin kirdeyên nîqaşa demokratîk, hiqûqê û jiyana sivîl. Bi entegrasyona demokratîk dê bibin beşek ji civakê û dê bibin kirdeyên çalak ên serdema bêtundî û bêçek.
Şêweyên beşdarbûnê yên ku dê veguherîna ji siyaseta pevçûnê ji bo siyaseta demokratîk pêk bînin, ne tenê bi siyaseta temsîlî û hilbijartinan ve sînordar in. Komîn, meclisên tax û bajaran, kooperatîf, partiyên siyasî, civaka sivîl û birêvebiriyên herêmî rehên vê veguherînê ne. Siyaseta demokratîk ji bo siyasîkirina civakê, her cure rêxistin û çalakî ye.
Rêziknameyên destûrî û sazûmanî divê pirrengiya siyasî, herêmî, zimanî û çandî ne bi rêya projeya neteweya yekperest, bi rêya feraseteke demokratîk a neteweyê çareser bikin. Neteweya demokratîk modeleke siyasî ye ku tê de nasnameyên cuda mafên wekhevî, azadî û yekîtiyê parve dikin. Cudahiyên ziman, bawerî, çand û herêmî dewlemendî ne. Ferzkirina homojenîtiyê li vê herêmê krîz afirandiye; naskirina pirrengiyê bingeha destûrî ya çareseriyê ye.
Ji ber ku hebûn di ziman û çandê de şênber bûye, ji bo naskirina hebûnê pêwîstî bi rakirina astengiyên li pêşiya perwerde û pêşketina çandî heye.
Di çareseriyeke domdar de, birêvebiriyên herêmî tenê barê navendî parve nakin, her wiha birêvebiriyên demokratîk ên herêmî hebûna civakê birêxistin dikin. Rêxistina civakî ya demokratîk, bi netewe-dewletê re di bin heman sîwana siyasî de, bi beşdariya rasterast a civakê dixebite. Giraniya çareseriyê ne di desthilatdariya navendî de ye, di hiqûq û rêxistina demokratîk a herêmî de ye. Di warên perwerde, tenduristî, çand, aborî û siyasetê de avakirina meclisan, şaneyên kok ên civaka demokratîk vedijîne.
Jin, kêmnetewe, civaka sivîl û medya ne pirsgirêkên taloq in ku ‘paşê bên çareserkirin’, ew kirdeyên niha yên pêvajoyê ne. Meseleya jinan pirsgirêka bingehîn a civaka demokratîk e. Azadiya jinan û hişmendiya ekolojîk stûna avakirina civaka demokratîk e. Nasname, bawerî û komên civakî yên cuda divê bibin mijarên xebata komînal. Bêyî beşdariya wan a watedar, ne reforma qanûnî dê reh berde û ne jî lihevhatina civakî dê pêk bê.
Banga min ji bo gelên Tirkiyeyê û ji bo vê konferansê ev e: Armanc ne parçebûn e, armanc bi hev re avakirina demokrasiyeke rastîn e. Pirsgirêka Kurdan êdî ne tenê pirsgirêka gelekî ye; pirsgirêka paşeroja hevpar a Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Tiştê ku ji we tê hêvîkirin ev e ku hûn vê veguhestinê û zanyariyên teorîk daxînin qadan û tecrubeya navneteweyî bi bingeha dîrokî ya yekîtiyê ya li vê herêmê ve girê bidin.
Eger meseleya Kurdan neyê çareserkirin, li Rojhilata Navîn dê ne pêkan be ku ji bo her kesî paşerojeke hîn aramtir, ewletir û jiyanbar bê avakirin.
Rê bi gavên hevpar, bi garantiyên qanûnî û bi rêxistinkirina demokratîk a her aliyê civakê pêş ve diçe. Li ber deriyê serdemeke nû, armanca bingehîn ne hilweşandina dewletê ye, armanc avakirina civaka azad e.
Ev pêvajo ne li dijî ti komekê ye yan jî ne ji bo komeke taybet e. Ji bo her kesên alîgirê çareseriyê, aştiyê û nirxên demokratîk banga destdirêjkirinê ye û banga tevgerîna hevpar e."



