Hewlêr (Rûdaw) - Li sê parêzgehan ku navenda wan Dîloka Bakurê Kurdistanê ye, di operasyona li dijî DAIŞê de 5 kesên biyanî hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Dîlokê, Fermandariya Cendermeyan a Parêzgehê bi hevahengiya Serdozgeriya Komarê operasyonek li dar xist.
Tîmên Têkoşîna li Dijî Terorê, Îstîxbarat û Dijî Sûcên Sîberê yên Cendermeyan li ser wan kesên biyanî lêkolîn kir ku di nav rêxistina DAIŞê de çalak bûn.
Operasyona li 3 bajaran
Di vê çarçoveyê de li Dîlok, Kocaeli û Nevşehîrê bi awayekî hemwext operasyon hat kirin.
Di operasyonê de 5 gumanbarên biyanî yên ku bi rêyên qaçax derbasî welêt bûbûn hatin desteserkirin.
Her wiha di lêgerîna navnîşanan de dest bi ser gelek amûr û materyalên dîjîtal de jî hat danîn.
Ew şandin girtîgehê
Gumanbar piştî temambûna kar û barên wan ên li cendermeyan sewqî edliyeyê hatin kirin.
Dadweriya nobedar ji bo her 5 gumanbaran biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.
Parêzgariya Dîlokê dîmenên operasyonê jî parve kirin.
Di dîmenan de lêgerîna tîman a li navnîşanan, desteserkirina gumanbaran û birina wan a ji bo navenda cendermeyan tê dîtin.


