Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, xwendekarên ku li Şevîmana Keçan a Afîfeyê ya Saziya Kredî û Wargehan (KYK) dimînin, ji ber bêaviyê çalakiyek li dar xist.
Ev şevîman bi ser Wezareta Ciwan û Werzişê ya Tirkiyeyê ve ye.
Xwendekar ji bo ku balê bikişînin ser pirsgirêka bêaviyê li ber avahiya şevîmanê kom bûn.
Wan nerazîbûna xwe anî zimên û ji rayedaran xwest ku pirsgirêka avê bi lez û bi awayekî mayînde were çareserkirin.
Tankerên avê tên kirêkirin
Li aliyê din, derket holê ku Birêvebiriya Ciwan û Werzişê ya Colemêrgê 25ê Îlonê îhaleyek vekiriye.
Di îlana îhaleyê de hat destnîşankirin ku ji bo dabînkirina ava Wargeha Xwendekarên Kur û Wargeha Keçan a Afîfeyê dê tankerên avê werin kirêkirin.
Li gorî şertên îhaleyê, tê pêşbînîkirin ku ev xizmeta kirêkirina tankeran salekê (365 rojan) bidome.
Heta niha li ser vê mijarê ne birêvebiriya şevîmanê û ne jî Birêvebiriya Ciwan û Werzişê ti daxuyaniyên fermî nedaye.



