Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarek li navenda Wanê bi çifteya bi pompe çû dibistanê û bû sedema tirs û xofeke mezin.
Mamoste û malbata xwendekaran demildest çûn cem wê û çifte jê stand. Piştî arambûna rewşê polîs hatin dibistanê û wan ji bo wergirtina îfadeyê ew xwendekar bir navenda polîsan.
Li gorî agahiyan, xwendekareke ku navê wê nehatiye eşkerekirin, danê sibehê bi çifteya bi pompe çûye Dibistana Pêşîn û Navîn a Polatogluyê ya li Taxa Stasyonê.
Xwendekar ji aliyê mamoste û malbatan ve hat dîtin û çek ji destê wê hat girtin.
Pişt re hat fehmkirin ku şarjora çekê vala ye û metirsiyeke mezin tune.
Wê dibistanê rojek navber da perwerdeyê û xwendekar li gel malbata xwe vegeriyan mala xwe.
Êrişên bi çek ên li dibistanan zêde bûne
Osmaniye: Îro (28ê Îlona 2026ê) danê sibehê xwendekarekî lîseyê li parêzgeha Osmaniyeyê bi damençeyê çû dibistana ku lê tomarkirî ye û êrişî apê xwe yê mamosteyê wêjeyê kir.
Di encama êrişê de mamosteyê wêjeyê canê xwe ji dest da û xwendekar hat desteserkirin.
Bûyer wekî êrişên din ne li dijî xwendekaran, ji ber nelihevkirineke navmalbatî pêk hatiye.
Piştî bûyerê li wê dibistanê perwerde 2 rojan hat rawestandin û derbarê êrişê qedexeya weşanê hat danîn.
Manîsa: 22yê Îlona 2026an xwendekerakî lîseyê bi çifteyê çû dibistanê û bêyî armancgirtinekê gule li derdorê reşandin.
Di vê êrişê de 3 jê bi giranî 11 xwendekar birîndar bûn.
Mereş: 15ê Nîsane 2026an xwendekarekî dibistanê bi damençeyên bavê xwe yê polîs êrişî xwendekaran kir û di dawiyê de xwe kuşt.
Tevî êrişkar 10 kes mirin.



