Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, di encama lihevqelibîna midibûsa rêwiyan û otomobîlekê de li gorî agahiyên destpêkê 7 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.
Midibûsa rêwiyan a bi plakaya 34 HBS 100 ku hê nasnameya şofêrê wê nehatiye diyarkirin, li ser rêya bejahî ya Dîlok-Osmaniyeyê li otomobîla bi plakaya 31 AHB 98 qelibî û qulibî.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme, tîmên agirvemirandinê û yên AFADê çûn cihê qezayê.
Li gorî agahiyên destpêkê di qezayê de 7 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan birin nexweşxaneyên bajêr.


