Dêrsim (Rûdaw) - Platforma Jinan a Dêrsimê di salvegera duyemîn a mirina Rojîn Kabaişê de li Parka Seyîd Riza daxuyaniyek da çapemeniyê.
Platformê daxwaz kir ku bûyer bi hemû aliyên xwe ve were ronîkirin û berpirsiyar werin eşkerekirin.
Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Dêrsimê Nurşat Yeşîlê li ser navê platformê daxuyanî xwend.
Yeşîlê bi bîr xist ku 27ê Îlona 2024an, piştî ku Rojîn Kabaiş ji şevîmana xwendekaran a KYKyê ya Seyîd Fehîm Arvasî derketiye agahî jê nehatiye wergirtin û termê wê piştî 18 rojan li beravên Gola Wanê hatiye dîtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî daxwazên malbatê jî xebatên lêgerînê têrker nebûne.
Her wiha hat destnîşankirin ku piştî dîtina termê Rojînê, hê otopsî temam nebûbû mirina wê wekî xwekuştin hatiye nirxandin.
Hat diyarkirin ku rapora otopsiyê 28 rojan hatiye rawestandin û bi malbat û parêzeran re nehatiye parvekirin.
DNAya du mêran hat dîtin
Platformê da zanîn ku li ser laşê Rojînê DNAya du mêran hatiye dîtin û piştî salekê eşkere bûye ku ev DNA di beşa vajîna û sîngê de hatine tesbîtkirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku di rapora otopsiyê de madeya "Rocuronium"ê ya ku di emeliyatan de tê bikaranîn di laşê Rojînê de hatiye tesbîtkirin, piştî du salan bûye cihê nîqaşê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku telefona Rojînê ji bo lêkolînê şandine Spanya û Çînê lê ti encam nehatiye wergirtin.
Her wiha hat îdiakirin ku eşkere bûye amar û qeydên telefonê li Laboratuvara Krîmînal a Cendirmeyan a Wanê hatine jêbirin.
Platformê ragihand ku di encama lêkolîna hevpar a qeydên PTS û HTSyê de du gumanbar hatine tesbîtkirin ku li cihê herî dawî yê Rojîn lê hatiye dîtin, di heman demjimêr û cihî de sînyal dane.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku yek ji wan kesan Mehmet Çelîk e ku Rojînê herî dawî peyam jê re şandibû û wekî "mamoste" bangî wî kiribû.
"Bila lêpirsîneke bibandor were kirin"
Platforma Jinan a Dêrsimê xwest ku lêpirsîna li ser mirina Rojîn Kabaişê bi rengekî bibandor bê meşandin û berpirsiyariya karmendên dewletê were lêkolînkirin.
Di nav daxwazên platformê de desteserkirina Mehmet Çelîk û M.N.K.yê û wergirtina nimûneyên DNAyê yên wan jî hebû.
Hat destnîşankirin ku Mehmet Çelîk roja windabûna Rojînê pê re peyam şandibû û telefona wî di heman demjimêr û cihî de sînyal dabû, M.N.K. jî piştî bûyerê pê re hevdîtin kiribû.
Di daxuyaniyê de her wiha hat xwestin ku îfadeya wî xebatkarê ewlehiya taybet were wergirtin ku li cihê dîtina telefona Rojînê tevgerên wî yên gumanbar hebûne.
Dîsa hat xwestin ku derbarê wan dîmenan de lêpirsîn were kirin ku li gundê Bardakçiyê li ber malekê du mêr û jinek tiştekî giran hildigirin.
Platformê daxuyaniya xwe bi vê bangê temam kir: "Ji bo Rojîn Kabaişê edalet bê dabînkirin, rastî werin eşkerekirin û berpirsiyar hesab bidin."



