Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê ragihand ku li navçeya Pirddê ya Kerkûkê 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê, hêzên wan li Pirdê bi çekdarên DAIŞê re pev çûne.
Di encama pevçûnê de 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku kemberên bombekirî bi wan çekdaran ve hebûn.
Dezgehê da zanîn ku ew dê piştre hûrgiliyên bûyerê ji raya giştî re eşkere bikin.
Çekdar li gundê Melheyê hatin şopandin
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê jî li ser bûyereke din daxuyaniyek belav kir û got:
"Derengiya şeva borî bi rêya şopandina meydanî, hêzên ewlehiyê liv û tevgera 2 çekdarên mayî yên DAIŞê li nêzîkî gundê Melheyê tespît kir ku dikeve berpirsyariya Firqeya 11an a Fermandariya Operasyonên Kerkûkê ve."
Li gorî daxuyaniyê, piştî diyarkirina cihê wan çekdaran, hêzên ewlehiyê bi 2 guleyên hewanê pêgeha wan kir armanc.
Hewanbarana artêşê bû sedema mirina jineke sivîl
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê da zanîn ku guleyên hewanê li sivîlan ketine û got:
"Bûyer bû sedema birîndarbûna jineke sivîl a ku di wê demê de li nêzîkî cihê bûyerê bû.
Ew birîndar yekser ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê lê ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest da."
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û got:
"Bûyer li gundê Melheyê yê nahiyeya Reşadê rû daye û ew jina ku canê xwe ji dest daye 28 salî bû."
Amir Nûrî amaje bi wê yekê kir ku mirina wê jinê ji ber hewanbarana bêserûber a artêşê ya li ser çekdarên DAIŞê çêbûye.

