Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di pêşwazîkirina Balyozê nû yê Awisturyayê de ragihand ku ew piştgiriyê didin hewlên Serokwezîrê Îraqê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê Balyozê nû yê Awisturyayê yê Îraqê Axel Wech qebûl kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de rewşa siyasî, bipêşketinên dawî yên herêmê, bidawîbûna erka hêzên Koalîsyonê ya li Îraqê û astengiyên li pêşiya aramiya Îraqê hatin nirxandin.
Hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkan
Serok Barzanî li ser rewşa navxweyî ya Îraqê, ji bo "derbaskirin û çareserkirina pirsgirêkan û garantîkirina aramiya Îraqê" piştgiriya xwe ya ji bo hewlên Serokwezîrê Îraqê ducare kir.
Serok Barzanî di beşeke din a hevdîtinê de, amaje bi pêwendiyên dîrokî yên her du aliyan kir û got:
"Em spasiya gel û hikûmeta Awisturyayê dikin ku di rojên teng ên şoreşê de hevxem û alîkarên gelê Kurdistanê bûn."
Baregeha Barzanî her wiha da zanîn ku di civînê de tekezî li ser berfirehkirina pêwendiyên aborî û geştyariyê yên di navbera Awisturya û Herêma Kurdistanê de hatiye kirin.



