Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji medyaya Brîtanyayê re ragihand ku vekişîna leşkerên Amerîkayê dê wisa bike ku Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hêsantir bibe armanc.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ji rojnameya Financial Timesa Brîtanî re axivî.
Mesrûr Barzanî got ku vekişîna leşkerên Amerîkayê ya ji Îraqê ku dê hefteya bê pêk were “şermezarî ye” û Herêma Kurdistanê li beramberî êrişên Îranê bê parastin dihêle.
Mesrûr Barzanî hişyarî da ku ev vekişîn ji bo herêmê di demeke gelekî nearam de pêk tê.
“Gef rasteqîn in û em di metirsiyê de ne”
Li gorî biryarê heta 30ê Îlonê hêzên Amerîkayê û hêzên din ên Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) ji Îraq û Herêma Kurdistanê vekişin.
Li gorî amarên ku Rûdawê kom kirine, ji Sibatê ango ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê ve, Herêma Kurdistanê bi 983 dron û mûşekan bûye armanc.
Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna xwe de got, "Gef rasteqîn in. Em di metirsiyê de ne û êrişî me tê kirin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir, "Niha, hiştina me ya bi tenê, bêyî ti pergala parastinê ya guncaw, şermezarî ye."
Divê were gotin ku ti pergala Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya parastina asmanî nîne.
Metirsiya li ser otonomiya Kurdan
Mesrûr Barzanî ji rojnameyê re da zanîn ku nearamiya zêdetir dikare pergala federal a welêt qels bike û got:
"Nearamiya zêdetir, bi taybetî di demekê de ku milîsên bihêz ên Şîe yên Îraqê ku nêzîkî Îranê ne red dikin çekan deynin, dikare pergala federal a welêt qels bike.
Ev yek dê di encamê de bibe gef li ser wê otonomiya Kurdan a ku bi zehmetiyeke mezin ji Bexdayê bi dest xistiye."
Mesrûr Barzanî eşkere kir ku heta şerê Amerîka û Îranê bidome dê herêm jî di bin gefan de bimîne.
Barzanî li ser nêrîna Îranê ya li herêmê got, "Îran wisa difikire, ji ber ku dijminên wê li vê herêmê ne, lewma ev herêm ji bo wan dibe armanceke rewa."
Serokwezîr anî zimên, "Em hevpeymanên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne. Em hevpeymanên serbilind ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne."
"Heman xeletiya dema Obama ducare dikin"
Mesrûr Barzanî hişyarî da ku Amerîka heman xeletiya serdema Barack Obama ya sala 2011an ducare dike.
Serokwezîr ew serdem bi bîr anî ku dema "hêzên xwe yên şerker ji welêt vekişandin, valahiya ewlehiyê çêbû û rê li ber derketina DAIŞê vekir."
Mesrûr Barzanî derbarê vekişîna niha de jî daxuyand:
"Eger rewşa ewlehiyê têk biçe, dibe ku ev yek daxwazê ji civaka navneteweyî bike ku vegerin da ku aramiyê li herêmê vegerînin.
Lê ew dikarin niha vê yekê bikin, bêyî ku li bendê bimînin ku rewş xirabtir bibe."



